Kobanê: YPG derbeyên giran li DAIŞ dide

kurdistani 03:35 PM - 2014-12-17
Kobanê: YPG derbeyên giran li DAIŞ dide

Kobanê: YPG derbeyên giran li DAIŞ dide

Navenda çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên ku şevêdin li Kobanê qewimîne de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hatiye ku, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê ketin roja 93'yan. Komên çete li ber berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ji qewetê ketin. Hêzên YPG li dijî komên çeteyan çalakî û êrîşên xwe didomînin.

Her weha di daxuyaniyê de hatiye ku, şeva borî 16/12/2014 li eniya başûr-rojhilat li derdora Meydana Azadiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin.

Li eniya başûr jî komek biçûk a çeteyan hewl da ku têkeve mewziyên hêzên me. Lê hêzên me derbeyên giran li çeteyan dan û komên çete xwe li ber vê êrîşê ranegirtin û neçar man ku birevin. Li vê herêmê çeteyek tevî çeka xwe kuştî hate desteserkirin.

Piştî şer hêzên YPG li herêmê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Cebilxaneyên eskerî yên ku çeteyan li pey xwe hiştin; 4 Kelaşnîkof, 1 çeka BKC, 1 B7 roket-avêj, 2 rext, 1000 guleyên BKC, 1000 guleyên Kaleşnîkof, 18 bombeyên destan, 1 lûleya BKC û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket