Nivîskar-rojnamevan û rewşenbîrên Rojava mêvanê Silêmaniyê bûn

kurdistani 12:37 PM - 2014-12-17
Nivîskarên Rojava mêvanê Silêmaniyê bûn

Nivîskarên Rojava mêvanê Silêmaniyê bûn

Nivîskar-rojnamevan û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, mêvanê Silêmaniyê bûn û serdana Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê kirin.

Duhî hêvarî 16-12-2016 şandeyek ji nivîskar û rojnamevan û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê serdana Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan, liqê Silêmaniyê kirin.

Ew şande ji aliyê sekreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan  Karwan Enwer û endamên liqê Silêmaniyê ve hat pêşwazî kirin. Her weha di wê civînê de, piştî bixêrhatin û ehwalpirsînê, li ser rewşa siyasî û rewşenbîrî yê kantona Cezîrê û tevahî Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêj kirin.

Amadevanan bi hêviyê wê yekê bûn ku sûd ji ezmênê bare rewşenbîrî û çandî li Herêma Kurdistanê ku 23 salin ji xwe re werbigirin mînak û li Rojavayê Kurdistanê di ware paraktîkî de bicî bikin.

Ji bo ku Rojavayê Kurdistanê jî, bikaribin sûdmend bin ji azadiya gotar nivîsî û derbirîna bîr û nêrînên xwe bi azadî. Em jî serkeftinên Kobanê û şervanênYPG-YPJ`ê li media û ragihandinên me de bibine bi cihê şanaziyê ji tevahiya neteweyan re.

Her weha Sekretrê Liqê Silêmanî ya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Karwan Enwer wiha axifî: Hûn li nav axa welatê xwe ne, ew sînorê ku neyaran avakirbû, me û we jêbirin û îro nemaye. Ew operasyonên neyaran bi kuştin û enfal û koçberkirin û jinavbirin û qirkirinê li dijî gelê me tev şikest anîn û vîna gelê Kurd û xwesteka azadiyê bi jêrdestî de bi serkeft.

Kerwan Enwer got: Her çiqas hewlên dijminên me hebûn, tev li Kobanê û Efrîn û Qamîşloyê hatin binpêkirin û bin ax kirin û îro beşeke mezin ji Rojava û Başûrê Kurdistanê azad buye, ew jî bi xwîna Pêşmerge, Gerîla û şervanan buye û ew jî vedigere bo hembêza nîştimaniya dayîk.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket