Kosret Resûl daxwaza berferehkirina Hevpeymaniya Navnetewî kir

kurdistani 09:39 AM - 2014-12-17
  Kosret Resûl ligel şandeya Emerîkî

Kosret Resûl ligel şandeya Emerîkî

Kosret Resûl ji Emerîkayê daxwaza berferehkirina hevpeymaniya navnetewî kir tako zûh şerê terorîstan bi dawî bikin.

Duhî roja sêşemê, 16-12-2014`an, bi amadebûna wezîrê avakirinê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl Elî, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî pêşwazî li şandeyekî Kongirêsa Emerîkî bi seroketiya Kîfin Mekarsî û endamtiya her yek ji Mak Sorinbîrî û Worodnî û Dîfin Nonis kir.

Di wê civînê de, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê li ser rewşa Herêma Kurdistan û Êraqê û navçeyê û wiha got: Ew şerê li hemberî terorê, ew şerê cîhana democrat û mirovahiyê ye ku îro ji aliyê gelî Kurd ve li dijî terorê ku bi tevayî hêz û tiwaneya xwe dike .

Her wehaz Kosret Resûl Elî berdewam kir: ev şerê ku niha em têde ne, ne mina şerên dî ne, lê me dikarî li hemberî rawestin û bi binxin û terorîstan jî têkbibin, lê eger alîkarî û hevkarî bi awayekî baş û xurt bi me re bê kirin, wê demê bê guman emê bi zuhtirîn dem kotayî bi şerê terorê  bînin.

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ji şandeya Emerîkî daxzwaza berferehkirina hevpeymaniya navnetewî kir û got pêwîste li hemberî terora DAIŞê hevpeymaniya navnetewî bi zuhtirîn dem bête berferehkirin û alîkarî û hevkariyeke mezintir pêşkêş bi pêşmerge bê kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, serokê şandeya Kongireêsa Emerîkî Kîfin Mekarsî got: Em li ser rewşa Êraq û şerê li dijî terorê agahdarin, û em spasiya xelkê Kurdistan û hêzên pêşmerge yên bi lehengtî û mêrxwesî li hemberî terorê rawestîne û emê hewil bidin alîkariya leşkerî û teknîkî pêşkêşî hêzên pêşmerge bikin.

Her weha di dawiyê de, şandeya Kongirêsa Emerîkî tekez kir ku wê bi awayekî cedi li ser alîkariya pêşmerge rawestin û wê çek û teknîkên pêşkeftî pêşkêşî wan bikin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket