Hêro Îbrahîm tekez li ser yekîtiya di nav YNK`ê de kir

kurdistani 08:16 PM - 2014-12-16
Hêro Îbrahîm tekez li ser yekîtiya di nav YNK`ê de kir

Hêro Îbrahîm tekez li ser yekîtiya di nav YNK`ê de kir

Endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed îro sêşemê 16 / 12 / 2014`e li Hewlêrê
serdana malbena 3 ya rêxistinên Yekîtina Nîştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê kir.

Li malbendê endamê mekteba siyasî ya YNK`ê û berpirsê malbendê  Rizgar Elî Heme  û endamên kargêr ên malbandê û li nivîsgehên YNK`ê li Hewlêrê û her yek ji kadrên pêş û pêşmergeyên dêrîn yên YNK`ê Burhan Saîd Sofî û Osman Banîmêranî pêşwazî li Hêroxan kirin.

Di hevdîtinê de bi giştî rewşa birêvebirî û siyasî ya li Herêma Kurdistanê û navçeyê hate nirxandin, ji aliyekî din ve rewşa navxweyî û yekrêziya di nav YNK`ê de hate gotebêj kirin, alî ligel hev  rêkeftin ku di helûmercan de be divê yekrêziya û yekgirtina di nav YNK`ê de bête parastin.

Her wiha di hevdîtinê de rêkeftina di navbera aliyên siyasî de derbarê postên birêvebir li Parêzgeha Silêmaniyê de lidarket hate gotebêj kirin, ji aliyê xwe ve beşdarvanên hevdîtinê bi dilxweşî pêşwazî li rêkeftinê kirin û diyar kirin ku ew hêvîdarin ev rêkeftin bandoreke erênî bi ser parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê bike û bibe dest pêkek li ser hîma wê hemû alî li parêzgehên Herêma Kurdistanê li gor pirensîpa aliyê din pejrandin, kar û tevger bikin.

Di hevdîtinê de pirsa rewşa tendirustiya serok Mam Celal hate kirin, Hêroxan ji aliyê xwe ve amadevanên hevdîtinê ji ber rewşa tendirustiya serok Mam Celal dilniya kirin û tekez kir ku rewşa Serok Mam Celal li Kurdistanê bi piştevaniya xudê û çavdêriya dixturan başe.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket