YPG`ê li Kobanê û Cizîrê 16 çete kuştin

kurdistani 06:43 PM - 2014-12-16
YPG`ê li Kobanê û Cizîrê 16 çete kuştin

YPG`ê li Kobanê û Cizîrê 16 çete kuştin

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê di encama şer û pevçûnên li dijî rêxistina terorê DAIŞ de li Kobanê û Cizîrê 16 çete kuştin û 9 birîndar xistine.

Navenda ragihandin û çepameniya YPG`ê bi da xuyaniyekê ku wêneyek jê hate ber destê PUKmedia ragihand ku şervanên YPG`ê / YPJ`e di encma çalakî, şer û pevçûnên li dijî çeteyên rêxistina terorê DAIŞ de li herêma  Kobanê 2 û li Cizîrê 14 çete kuştin.

Navenda ragihandin û çepameniya YPG`ê ev agahî parvekirin:

1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê ket roja 92'an. Çalakiyên hêzên me yên li dijî komên çeteyan jî dewam dikin. Çeteyên ketine rewşa xweparastinê dixwazin bi avêtina topên hawanê encaman bi dest bixin.

Hêzên me duh bi şev li eniya başûr-rojhilat li derdora Navenda Çand û Hunerê li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

2. Roja 15`ê Kanûnê danê sibê 25 kîlometre li başûrê Serêkaniyê li nêzî gundê Elya li dijî komên çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de komeke çeteyan hedef hat girtin. Çeteyên ku dixwestin derbasî vê herêmê bibin, derb xwarin. Di vê çalakiyê de tirimpêlek çeteyan hate rûxandin û 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

3. Çeteyên DAIŞ'ê roja 14`ê Kanûnê danê nîvroj 10 kîlometre li başûr-rojhilatê Cezaa hewldan êrîşî gundê Ramallah yê li ser sînorê Iraq-Sûrî bikin. Piştî destwerdana hêzên me şerekî dem kurt qewimî û komên çete neçar man birevin. Li vê derê 3 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin û 6 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê di demjimêr 19:00`an de 9 kîlometre li bakûr-rojavayê Cezaa li nêzî gundê Arcê di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer qewimî. Di vî şerî de 5 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin û 3 çete jî birîndar bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket