Dr.Necmedîn: Emê rê nedin ti kesî li Kerkûkê kelaciyê bike

kurdistani 06:14 PM - 2014-12-16
civîna komîta ewlekariyê li bajarê Kerkûkê

civîna komîta ewlekariyê li bajarê Kerkûkê

Parêzgar Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm îro sêşemê 16 / 12 / 2014`e, serpereştiya civîna komîta ewlekariyê li parêzgeha Kerkûkê kir.

Civîn bi amadebûne nûner û endamên komîta ewlekariyê yên ji hêzên  ewlekariyê, polîs, asayîş û hêzên pêşmerge pêk tê, bi mebesta rewşa ewlekariyê li bajarê Kerkûkê bigiştî bête nirxandin hate lidarxistin.

Dr.Necmedîn di serî de bal kişand ser bi rewşa koçberên berê xwedane bajarê Kerkûkê û da xuya kirin ku hatine koçberan bare li ser parêzgehê girantir kir û da xuya kirin ku her çendê zor be jî divê hemû pêdewîstiyên penabaran bêne dabîn kirin.

Dr.Necmedîn her wiha got: Em li Kerkûkê jiyaneke hevbeş biratî jiyan dikin, di dîroka bajarê Kerkûkê de ti carî pevçûnê eknîkî yan taîfegirî rû nedane û emê rê nedin ti kesî gelaciyê bike yan rê li ber qeyranan veke, ji ber ku ev yek daxwaz û armanca terorîstên DAIŞ`e.

Her wiha tekez li ser piştigirî li hêzên pêşmerge kirin kir û da xuya kirin ku hemû xelkê Kerkûkê bi hêzên pêşmerge şanazin û rola hêzên pêşnerge di parastina Kerkûkiyan de berz dinirxînin.

Ji aliyê xwe ve komîta ewlekariyê da xuya kirin ku dê bi karanîna otombêlên ku camên wan hatine reş kirin bêne qedexekirin û dê derheqê kesên li gorî biryarê tevnagerin ceza bibire.

PUKmedia / Kerkûk

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket