Sê koçberên Kobanê li Til Şi`îr şehîd ketin

kurdistani 05:12 PM - 2014-12-16
Sê koçberên Kobanê li Til Şi`îr şehîd ketin

Sê koçberên Kobanê li Til Şi`îr şehîd ketin

Îro sêşemê 16 / 12 / 2014`e li kampa penaberên Kobanê li devera Til Şi`îr a li ser sînorê Tirkiyê ye sê koçberên Kobanê di encama topbara DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan.

Çalakvan Barzan Meşko ya li ser sînorê Tirkiyê bi Kobanê re ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku îro çeteyên rêxistina terorê DAIŞ û li ber cavê hêzên artêşa Tirk devera Til Şi`îr a ser sînore topbaran kirin, di encamê de dê koçberên Kobanê ku li deverê dimînin jiyana xwe ji dest dan, her wiha diyar kir ku du ji kesên jiyana xwe ji dest dane birane û birayeke wan ê din birîndar bûye.

YPG`ê ji aliyê xwe ve da xuya kirin ku piştî DAIŞ di êrişên xwe de yên duh êvarê de rastî şikestinê hat koçber topbarankirin, YPG`ê ragihand ku çeteyên DAIŞ duh êvarê di encama êrişan de rastî ziyaneke mezin hatin û li hember berxwedana şervanên Kurd lewaz bûne.

PUKmedia / Saman Yarweys 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket