Efrînê ji ber perwerdeya bi zimanê Kurdî rêjîmê mûçe mamosteyên birî

kurdistani 03:31 PM - 2014-12-16
Efrînê ji ber perwerdeya bi zimanê Kurdî rêjîmê mûçe mamosteyên birî

Efrînê ji ber perwerdeya bi zimanê Kurdî rêjîmê mûçe mamosteyên birî

Rêjîma Sûrî ji ber perwerdehiya bi zimanê Kurdî li dibistanên Efrînê mûçe mamosteyan birî.

Birêvebiriya perwerdehiyê li Parêzgeha Heleb ji mamosteyên Herêma Efrînê daxwaz kir perwerdeya bi zimanî li Kurdî li dibistanên Efrînê rawestînin û ji bo fişarê bi ser mamosteyan de bike mûçe mamosteyan qut kir.

Cîgirê wezîrê perwerdê ya kantona Efrînê Menan Cafer ji PUKmedia yê daxuyanî da û ragihand ku rexneyên li ser bernameyên fêrbûnê wê di sala bê de berçav bêne derbas kirin.

Ji aliyekî dinve yek ji birêvebirên dibistanên Efrînê Xelîl ragihand ku eger birîna mûçe berdewam bike dê ew naçar bibe koç bike, her wiha Zahîde ku li yek ji dibistanên amadehî mamosteye got: Eger rewş wer berdewam bike û her çendê li Helebê jî şere ewê neçarbibe berê xwe bide Helebê, ji ber ku ew nikarê bê mûçe jiyana xwe berdewam bike li Efrînê.

Hêjayî gotinê ku mûçe mamoteyan li Efrînê bi ser tevgera bazaar û aboriya Efrînê de xwedî bandoreke mezine, ji aliyê xwe ve baziganan diyar kirin ku piştî birîna mûçe mamosteyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve tevger li bazarê jî gelekî paşve çû û lawaz bûye.

Li Efînê 6000 mamoste hene û piştî rêjîmê mûçe birî, di van rewşên zor de hemû bê dahatî mane.

PUKmedia / Elînde Ehemd / Efrîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket