Lêvegerîna Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê di Nêrîna rewşenbîran de

kurdistani 02:25 PM - 2014-12-16
Lêvegerîna Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê di Nêrîna rewşenbîran de

Lêvegerîna Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê di Nêrîna rewşenbîran de

Nêrîna rewşenbîran li ser Lêvegerîna Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê…

* Rodî Hesen...

Rodî Hesen wek rewşenbîrekî Kurd ji Kobanê li ser Lêvegerîna Siyasî ya Kurdî nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re axivî: Di destpêka de min ev sîwaneya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz dît. Û ew weke destpêka yeketiya Kurdistanê hildibijart , lê mixabin tevî ku TEV-DEMê careke din û bi awayekî hîn demokrasî xwe nîşan da û ji bona yeketiya kurdan Ji hin tiştan daketin.

Hesen di berdewamiya axiftina xwe de, aşkire kir ku da ku ev sîwaneya siyasî bibe destpêka yeketiya kurdan,her wiha bi saya zext û zoriya Hukemeta Başûrê Kurdistanê û KCK`ê li ser wan TEV-DEMê jî weke ENKS`ê bi 12 endam (kursî)an cihê xwe di nav de girt. Û ew kursî bi awayekî demokrasî li her sê kantonan par ve kirin.

Her weha di derbarê bêbeşkirina Kobanê û Efrînê de, bi vê rengî, Rodî Hesen ji PUKmedia`yê re şirove kir: Ji 4 endamên jin 3 endam ji Efrînê û yek ji Kantona kobanê û 4 ji kantona Cezîrê,lê mixabin tevî ku ev sîwaneya bi saya berxwedaniya Kobanê û bi xwîna keç û xortên Rojava pêk hat,dîsa jî ENKS careke din tersî TEV-DEMê endamên xwe hilbijartin. Û wan tenê ji kantona Cezîrê, 12 endam hilbijartin û tenê ji mêran ev endam derxistin. ev yek jî gelek pirsan derdixe pêşberî mirov.

Rewşenbîrê Kobanî di axiftina xwe de, wiha dipirse..Gelo çima ENKS jin û kantona kobanê û Efrînê ji vê sîwaneyê bidûrxistin.? Ma ew berxwedana Kobanê û bedewiya Efrînê nabînin.? Ma ne dibêjin jin nîvê civakê ye û dibêjin ciwan raperînan radikin çima ENKS `ê ew ji vê sîwaneyê bê par kirin û çima tenê endamên xwe ji kantona Cezîrê derxistin .?

Rodî hesen di encamê de, wiha nêrîna xwe ji pukmedia`yê re şirove kirEz dibêjim piştî ku ENKS`ê dît ku rola desteya bilind nema û berxwedaniya Kobanê jî Wîjdana cîhanê hejand û TEV-DEMê xwe îspat kir ku ew dikarin rojava bi rê ve bibin û tu rola ENKS ê nema wan xwest bi vê sîwaneyê careke din navê xwe biparêzin da ku bi karin astengiyan ji TEV-DEMê re derxin û li gorî berjiwendiyê xwe û Tirkya û hukumeta Başûr bigerin ji weke tê zanîn berî çend hefteyan serokkomarê Tirkiyayê Erdoxan di daxuyaniyeke got; Mafê jinê tune ye. Ev yek jî têkiliya ENKS`ê nîşan dide. Di dawî de ez tu tiştî ji ENKS ê hêvî nakim û dibêjim ev sîwaneya siyasî jî ne kêm î desteya bilinde jixwe ji niha de xuya ye bê sûde.

* Dr. Berxwedan Omer...

Endamê Rêveberiya Encûmena Tenduristiya Rojavayê Kurdistanê li Ewrupayê Dr. Berxwedan Omer di derbarê destnîşankirina nûnerên partiyan di Lêvegerîna Siyasî de got: Rêveberiya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê di navbera enks ENKS `ê û TEV-DEMê de , îro gaveke erênî ye ji bo yeketiya gelê kurd. Lê ev rêveberî dê gelek astengî werine rê ji ber ew 90% temsîla kantona cezîrê tenê dike
Û em wê nûnerî li gorî rihê berxwedana kobanê nabînin herwiha ciwan jî tê de cihê xwe nabînin ev bi xwe problêmeke serbixwe ye
Em hêvî dikin ku ev rêveberiya li xwe vegere ji bo laiqî berxwedana rojava û bi taybet Kobanê bin

* Yusif Xalidî...

Nivîskar û Rewşenbîrê Kurd Yusif Xalidî jî nêrîna xwe bi awayekî azad û bê sansor ji PUKmedia`yê re anî ser ziman û wiha li ser damezrandina Lêvegerîna Siyasî axifî: Dibe ku pirsgêrka kurd li herêmên ku kurd lê dijîn derbasî qûnaxeke nû dibe  û kurd ji her demê bêtir nêzîkî bidestxistina statoyekê ne  ji hebûn û nasnameya xwe re , ev car e di dîroka kurdî de ku kurd tifinga xwe ji bo berjewendiyên xwe hildigrin milan , ev tişt ne pêkan bû ger xwendeneke cihêwaz û zîrek ji bûyer û Rû yekemîn danan re û li ser bingeha vebijartina xêza siyemîn a ku di pêştirîn qûnaxên Şoreşê de wekû rêbaz hate stendin , tune ba, ew bingeha ku bi qurbanî û cangoriyê û çand û fikra berxwedanê hatiye avakirin

Di dema ku heyîn û riyalîteyek nû li ser xaka rojava dihate afirandin û herî pêşî  birêxistina civaka kurd û li gor şêwaz û endazeyên demokratik î cihêreng  di çaxa ku şoreşa sûrî  bi aliyê xwebiçekkirinê ve diçû û hêdî hêdî di çirava tund û tûjiyê de werdibû ,hin derdor û layenên tevgera siyasî a kurdî ne tenê dexwestin ku bêbiryar bin herwiha tu hewil jî  nedan xwe ku gavne erînî di vê derbarê de  bavêjin berevajî wê dixwestin devera me têxin jêr desthilatdariya  Hêzên tarî û nijadperest de.

 

pêvajoyê û xurtbûna metirsiyan  û ji bo ku kurd bi serkevin êdî lêveger û beşdarî bû pêdiviyek û hêjayî gotinê ye ku pirsgirêka nûnertiya jin û herdû kantonên"Efrîn û kobanî" di lêvegerê de divê nebe kelem di riya vê pergala nû çêbûyî de ji lew divê timî hewildanên serrastkirinê li dar bin.bi tev ku kêmasî jî hene û wê di pêş de jî hebin  divê timî yekrêzî di nav tevgerê de hebe û divê di bin çi şert û mercî de be doza kurdî  bi serkeve û yekîtiya  kurdan bighê serî ji ber neqşa herêmê tê guhertin û devê kurd jê re bi hişmendî û baldarî û bi tevaya hêza xwe amade bin.

Xebat Meydanî...

Her weha ji aliyuê xwe ve jî, çalakvanê siyasî  Xebat Meydanî ji Satenbolê nêrîna xwe ji PUKmediayê re aşkire kir ûm got: Gelo ev Lêvegerîna ku hatiye sazkirin, nûnertiya kê dike. Ev pirs ji rayedarên ENKS-TEV.DEMê tê kirin û gelo hûn bi vê awayî dikin, ma ev kar layîqî we ye.
Meydanî aşkire dike ku Lêvegerîna siyasî ya kû Efrîn û Kobanê û navçeyên derdora Helebê bê beş kirine nûneretiya ti kesî nake û cihê neihetiya gelê Kurd e.

Ji ber ku ew %95 nûnertiya Cezîrê dike û ji ber erk û berjewendiyên nîştimanî, pêwîstbû ku di Lêvegerîna We Ya Siyasî de, 6 kursî ji Kobanê û 5 ji Efrînê be, înca mirov dikarî nêrîneke dî li ser we bida, lê mixabin, ev Lêgerîna Siyasî nûnertetiya tenê kantona Cezîrê dike.

Her weha rewşenbîr û siyasetvan Mesûd Mîran ku bi xwe ji Kobanê ye, di derbarê Lêvegerîna Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de, wiha nêrînên xwe ji PUKmedia`yê re daxuyankirin: Destnîşankirina endamên Lêvegerîna Siyasî ku tenê ji endamên Cezîrê û bi taybet

Qamîşloyê û derdora wê, ev yek we nîşandide ku ENKSê di fikir û ramanê netewî û kurdeyetî de pir tenge û neserkeftî ye.
Here weha tê zanîn ku piraniya ew partiyên ku perçe perçe bûne her ji wan in û nebûna ruhê kurdeyetî û nîştimanperweriyê bi wan re û hezkirina kursî û navbangan weku Sekreter û serok û her kesên ku xwe di aliyê civakî de, kêm bibîne, hema xwe dike nav siyasetê û xwe bi rêber û sekreter û serok dide nasîn.

Mîranî aşkire dike ku perçebûna yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê her ji aliyê van ve pêkhat û di dawiyê de, ev partî û kes wê bibin sedema ku doza kurdî ber bi kendala jinavbirinê bibion û wê doza kurdî tev wêran bikin. Ji ber ku pir û pir perçebûnan çêdikin.

Pîr Rustem...

Endamê serkirdeyetiya berê ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye Pîr Rustum di daxuyaniyeke xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re, di derbarê Lêvegerîna Siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistan de ragihand; Mixabin eger ku, em li endamên hatine hildan bo lêvegerîna siyasî ji bo Rojavayî Kurdistan ê, emê bibînin ku Kobanê û Efrîn bê nûner mane û heya jina Kurd jî ji wê destkeftê hatî bidûrxistin û helbet ev ne cara yekêye ku ev siyaset tê birêvebirin.

Pîr Rustem di axiftina xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re aşkire dike ku siyasta partiyên di bin seywana ENKS`ê de, ne bes vê carê Kobanê û Efrîn ji rêveberî an jî her erkekî din bê beş kirine û wiha got: Lê her ew mejiyê siyasete kurdî û nemaze ya Encumena Niştimanî Ya Kurdî ji me re dida nasîn tevî ku, hin biraderan xwestin ewê yekê bincil bikin û bibêjin her endamé partî _çi partiya kurdî be_ ew nûnertiya hevlên xwe tevan dike û li çi herêma kurdî be, lê her ji me re negotin: çima hertim nûnertiya Kurda tenê dive bi nûner û hevalên ji Cezîrê ye û çima herdu herêmên din; Efrîn û Kobanê bêpar dimînin..?

Lê rewşenbîr û siyastemedarê Kurd Pîr Rustem nîgeraniya xwe anî serziman û wiha pê de çû: Li evê derê tirsek me heye, ku rojekê, em partiyên hermêmî di nav xwe de bibînin, wek dijbûn ji evê siyaseta herêmî ya Encûmena Niştimanî Ya Kurdî re.

Pîr Rustum ji Kantona Efrînê ye, wek rewşenbîrekî Kurd û helbestvanek û siyasetvanekî pir çalak di nava tevgera Kurdî ya siyasî û ya çandî de tevgeriye û hîn jî tevdigere û niha jî wek kesayetiyeke serbixwe, di nava xebata rewşenbîrî de, di nivîs û şirovekirina rewşa siyasî û bi taybet yê Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û navçeya Rojhilata Navîn bi giştî berdewam e.

Mihemed Êhmo...

Di pirsyareke PUKmedia`yê di derbarê rewşa Lêvegerîna Siyasî ya Rojavayê Kuridstanê û bêbeşkirina JIN ji aliyî ENKS`ê ve, berpirsê tevgera ciwanên Kurd li Efrînê, Mihemed Êhmo bi vê rengî şrioveyê xwe anî ser ziman: Keko, ji zû ve ENKS`ê, sekreterên wê tev mêr in, û her partiyekê,  sekretêra xwe hilbijart,  loma ti jin têda nebûn. ji ber ku  hemû  serkirdeyên  partiyan ji Cizîrê ne ,  lewra ,  endamên lêvegera siyasî wê giş ji cizîrê bin , ji bilî sekretêrê partiya elwehdê-  mihyedîn  alî, enksê,  ti rol neda jinê, tenê li ser kaxezan, lê bi warê piratîkê, rola jinê nebû, mijarê paşguhkirina Efrîn û Kobanî, ji mêjiya  hezkirina  post û dengdarî yê ye, Erê, jin di mêjiya pir kes ji serkirdeyên partiyan, hîn bawerî bi rola jinê nakin, derewan li xwe dikin, ji gel re dibêjin, em bi mafê jinê re ne, lê gava tê warê  rastiyê û kar,  jinê didin Alî û bê rol dikin.

Êhmo di barê bêbeşkirina Kobanê û Efrînê de jî, wiha got: Efrîn û Kobanê Eger ew partiyana , ji dil de bawerîya wan bi Kurdistaneke yekgirt û  azad, hebuya, wê  Efrîn û Kkobanî jê bê beş nekirina. Lê xuya ye, heta siloganên wan ,  çi fêdralî û yekbûna xaka kurdistan rojava , derew derxistin. Bi destnîşankirina endamên lêvegera siyasî,  tenê ji  kantona Cizîrê, tê wate, ew ne xemxwarê  beşên dîtir in , tenê li berjewendiya partî  û posta xwe digerin. Eger , careke din li vegera siyasî, venegerin, û endamên Kobanî û Efrînê , cî têde negirin , wê  karvedan  pir metirsîdar li ser  vî karî  bibin,û gel  dê xemsar bê, û nefret li enksê bikê,û bê hêvî di dilê wan de  peyda bibê. Yên ku  xwe welatparêz dibîn in , û berketiyên  gel û axa Kurdistana Rojava  ne, de bila xwe ji ezezîtî ya partîtî derkevin , û perjewendiya  gel bidin pêş xwe , ji ber ku dem hestyare , û bajarên kurdî  vala dibin , ji ber van nakokiyên partiyan, û bê hêvî ya pêşerojê, û  dûrxistina ciwanan ji her  dezgehekê  siyasî yan  civakî.

Di dawiya axiftina xwe de, berpirsê Tevgera Ciwanên Kurd li Efrînê bi vê rengî şirove kir: Divê  ,di zûtirîn dem efrîn û kobanî cihê xwe bigirin , ciwan , û  jin jî, eger  bixwazin lêveger biserkevê û li berxwe bidê, divê wan bajaran  tevlî xwe bikin , û bi hireke niştimanperwerî tevbigerin.

Rêportaj: Hozan Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket