Barzanî: Pêşmerge wê bi tenê Mûsilê rizgar nekin

kurdistani 11:38 AM - 2014-12-16
Barzanî: Pêşmerge wê bi tenê Mûsilê rizgar nekin

Barzanî: Pêşmerge wê bi tenê Mûsilê rizgar nekin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku pêşmerge bi tenê eniya şer ya rizgarkirina Mûsilê bi tenha xwe venekin û tekez kir ku eger ne ji pêşmerge buye wê niha Kerkûk ketibuya destê terorîstên DAIŞê.

Di axiftina xwe ya ji kenala Erebiye yê re ragihand ku jib o rigarkirina Musilê, pêşmerge bi tenê xwe dest bi şer nakin û ev jî naye pejirandin ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, lê ewê bibin alîkar û destkedan ji proseya azadkirina Mûsilê re tako ji jêr destên terorîstan rizgar bikin.

Her weha Barzanî tekez kir ku eger ne ji hêzên pêşmergê Kurdistan buye, niha Kerkûk ketibû destê çekdarên terorîst yên DAIŞê. Amaje bi wê yekê jî kir ku serokwezîrê berê Nûrî Malikî buye sedema hilweşandina artêşa Êraqê ku hêzên navnetewî piştgirî daye tako hemû bi çek bûn û amade kirin.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket