Pîr Rustum: Ev ne cara yekeme ku Efrîn û Kobanê bêbeş tên kirin

kurdistani 10:11 AM - 2014-12-16
Pîr Rustum: Ev ne cara yekeme ku Efrîn û Kobanê bêbeş tên kirin

Pîr Rustum: Ev ne cara yekeme ku Efrîn û Kobanê bêbeş tên kirin

Endamê serkirdeyetiya berê ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye Pîr Rustum di daxuyaniyeke xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re, di derbarê Lêvegerîna Siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistan de ragihand; Mixabin eger ku, em li endamên hatine hildan bo lêvegerîna siyasî ji bo Rojavayî Kurdistan ê, emê bibînin ku Kobanê û Efrîn bê nûner mane û heya jina Kurd jî ji wê destkeftê hatî bidûrxistin û helbet ev ne cara yekêye ku ev siyaset tê birêvebirin.

Pîr Rustem di axiftina xw3e ya taybet ji PUKmedia`yê re aşkire dike ku siyasta partiyên di bin seywana ENKS`ê de, ne bes vê carê Kobanê û Efrîn ji rêveberî an jî her erkekî din bê beş kirine û wiha got: Lê her ew mejiyê siyasete kurdî û nemaze ya Encumena Niştimanî Ya Kurdî ji me re dida nasîn tevî ku, hin biraderan xwestin ewê yekê bincil bikin û bibêjin her endamé partî _çi partiya kurdî be_ ew nûnertiya hevlên xwe tevan dike û li çi herêma kurdî be, lê her ji me re negotin: çima hertim nûnertiya Kurda tenê dive bi nûner û hevalên ji Cezîrê ye û çima herdu herêmên din; Efrîn û Kobanê bêpar dimînin..?

Lê rewşenbîr û siyuastemedarê Kurd Pîr Rustem nîgeraniya xwe anî serziman û wiha pê de çû: Li evê derê tirsek me heye, ku rojekê, em partiyên hermêmî di nav xwe de bibînin, wek dijbûn ji evê siyaseta herêmî ya Encûmena Niştimanî Ya Kurdî re.

Pîr Rustum ji Kantona Efrînê ye, wek rewşenbîrekî Kurd û helbestvanek û siyasetvanekî pir çalak di nava tevgera Kurdî ya siyasî û ya çandî de tevgeriye û hîn jî tevdigere û niha jî wek kesayetiyeke serbixwe, di nava xebata rewşenbîrî de, di nivîs û şirovekirina rewşa siyasî û bi taybet yê Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û navçeya Rojhilata Navîn bi giştî berdewam e û ji ber helûmercên ku nelibar, ew li Ewrupayê dimîn e.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket