Ustralya: Tundrewan li qehwexaneykê rehîn girtine

kurdistani 12:18 PM - 2014-12-15
Ustralya: Tundrewan li qehwexaneykê rehîn girtine

Ustralya: Tundrewan li qehwexaneykê rehîn girtine

Li gor kanalên çapemeniyê îro duşemê 15/12/2014 li qehwexaneyekê li bajarê Sidnî paytexta Ustralyayê 5 rehînan xwe ji destê çekdarên tundrew rizgar kirine.

Li gor wêneyên ku hatine bidest xistinê têde rehîneyên ku li nava qehwexaneyê de hatine rawestandin û destê wan jî hatine hildanê û ew kesê tundrew jî alek reş hildaye û li ser wê alê bi erebî (La Îlahe Îlalah Mihemed Resulûlah) hatiye nivîsandinê.

Alîkara fermandarê polîsê Saws Wîlz, Katrîn Birn jî teqez kiriye ku ew 5 kesên rehîne ku reviyane niha di destê polîsan de ne û bi selametin.

Serokwezîrê Ustralya Tonî Ebot jî ragihand ku heya niha armanca li pişt vê kiryarê nehatiye zanînê û dûr nîne ku armanca vê kiryarê siyasî be.

Tora (Sîfîn) a nûçeya jî pêştire teqez kiribû ku 13 kes li nava qehwexaneyê hatine girtin û li gor vîdyoya ku li cihê rûdanê hatiye tomar kirin têde hêzên ewlekariyê li navçeyê belav bûne û gelek kolan jî hatine daxistinê.

PUKmedia/CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket