"Siyaseta Tirkiyê li ser Sûriyê û DAIŞ`ê şaşe"

kurdistani 09:26 AM - 2014-12-15
"Siyaseta Tirkiyê li ser Sûriyê û DAIŞ`ê şaşe"

"Siyaseta Tirkiyê li ser Sûriyê û DAIŞ`ê şaşe"

Parlementerê HDPê yê bajarê Wanêyê Bakûrê Kurdistanê, Nazmî Gur derbarê budçeya Wezareta Karên Derve de axivî û got ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriye û DAIŞ`ê şaş e.

Gur ragihand ku tişta ku Tirkiyeyê li cem dewletên rojavayê dixe zorê, têkiliyên bi DAIŞê re ne.

 Parlemanterê HDP got: "Li Mûsilê avêtibûn li ser konsolosxaneyê û 49 rayedarên konsolosxaneyê bi destê DAIŞê hatibûn dîlgirtin. Di vê mijarê de rewşeke tarî heye. Hikûmet û Wezareta Karên Derve daxuyaniyên ku raya giştî û hevpeymanên xwe yên Rojavayî îqna bikin, neda.

Gur got: Tirkiyê ji aliyekî ve dibêje DAIŞ rêxistina terorê ye, lê ji aliyê dinê ve jî beşdarî hevpeymaniya ku li dijî DAIŞê ava bûye û ji 60 welatan pêk tê nebû. Her weha ji ber ku Tirtkiyê rasterast li dijî nasekine, hevpeymanên xwe dixe fikarê.

Gur helwesta hikûmetê ya li hember PYD’ê jî rexne kir û diyar kir ku Tirkiyeya ji bo Tirkmenan rêxistinbûnan ava dike, bi awayekî cudakar nêzî Kurdan û PYD’ê dibe û bi taybet li hember 3 kantonên xwedî pêkhateya demokratîk ên li Rojavayê Kurdistanê di nav gotinên nefretê de ye.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket