"Evsaneya serdemê KOBANÎ "

kurdistani 06:25 PM - 2014-12-14
"Evsaneya serdemê KOBANÎ "Ehmed Qasim

"Evsaneya serdemê KOBANÎ "Ehmed Qasim

Ez bi ser Deyşta Sirucê ketim çi bi mij û çi bi dûmane
Tiştê bi serê bûka Kurdistanêde hatî filêketeke girane
Li hêleke hawar hawarê keç û bûk û jinê kurdan
Li hêlekê xort û keçên bi qîret çeper girtin li tabîyan berxwedane
Ji Miştenûrda dûmeneke reş xwe berdidê nava kolanên vala
Li jêr dibê teqîna top û rakêt û topbarana firokên Emrîkane
Li ser sînor çavdêr û rojnemevan û çîroknivîs û helbestvan
Rêz girtine , dişopînin vê xişm û bêtarê li şerekî yamane
Li hêlekê DAIŞÊ xwîn mij bi gefû gurintî êrişin giran didine ser kobanî
Li hêlekê lêhengin kurdan sîngê xwe didine ber top û tangan
Ezman vêra tarî dibê ji dûmanê şewat û tozê wêranîya malane
Li dinyayê deng daye ev şer û bêtarê bê pergal
Evsaneya sedsalêye ku wargehê şêran ketîye ber xapana rovîyan
Eve mêrgê şêrane "herac"ji rovîyanra ku bikevê beramberî mêrane
Koçberîya malxerab kete pêşîya kurdan ji tirsa hovîtîya DAIŞ
Lê lêhengin bê hempa li meydanê man berevan û berxwedan li nava kelê mêrane
Kolan kirne terponek, û mal bûne dav, dîwar bûne sam û sawirin gumane
Bê hempa ( YPG @ YPJ ) bûne senger li nava mawzer û tabîyan
Xişm û bêtarin li rûçkên êrişkeran, sawirin li pêş çavin wan wekî cin û pêrîyane
Dinya tev rabû ser pîyan û, ji nişkavda Kobanî bû dirişm û navdarê evsane
Tenê Kobanî.. tenê lêhengin deyşta Sirucê bi tîpên zêrîn bûne navnîşanê dîrokê
Gefên wan li dijî terorê bûye tirsnameya rû bi rûyê êrişkerin bê rûmet
Û ezmûneya şerin giran bi raman û bawerî û hişmendî ya fermane
Hêsrin dayîkan li ser cîgeran, hawar hawarê jinan û kurîne mêran
Bûne hêz li meydana şer, şerekî bê çare, yan mayîn, yanjî nemane
Li banga şer, ezman lerizî, cîhan tevizî, dunya gergizî ji ber vî şerî
Mandî man xwedî kêferata navnetewî, rê dane lêhengin kurdan
Bûne yek Başûr û Roj ava bi hatina pêşmergan li meydana cerdan
Sîng bi sîng, rû bi rû, tofan û bêtar bi ser dijminda barandin, bi şerekî bê hedane
Evsaneye kurên cinan, nevîyên rojê, û Keyxisroyê pîr anîne meydan
Rustemê zal, Enuşêrean û xaldêw û Zerdeştê pîran bûne rêbaz
Bêhna Şêx Seid û Qadî û Berzanî ketne ber bêhna lêhengin ji birusk
Xewna bavpîran bi xwera rakirin; û dan şopa rastîya wenda
Emin Em Kurdin..
Em ser bilindin..
Li meydana şer
şêr û pilingin..
Li dijî hevan..
xweş mêr û ciwan..
Herkes bizanê..
Kobanî dilê,

EHMED QASIM
14/12/2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket