Pirsûs:Li kampa bi alîkaiya H.Kurdistanê hate avakirin perwerde wê bi Kurdî be

kurdistani 11:12 AM - 2014-12-14
Li kampa bi alîkaiya H.Kurdistanê hate avakirin perwerde wê bi Kurdî be

Li kampa bi alîkaiya H.Kurdistanê hate avakirin perwerde wê bi Kurdî be

Li Pirsûsê ya ser bi parêzgeha Riha ve ye li Bakûrê Kurdistanê ku hejmarek mezin ji penaberên Kobanê hembêz kiriye, ji bo penaberên Kurd ên Kobnaê bi alîkariya Herêma Kurdistanê kampek hate avakirin û wê li kampê nêzî 5000 kes bimîne.

Li Kampê ji bo zarok dest bi xwendinê bikin amadekarî têne kirin, ew amadehî niha bi dawî bûne û di demeke kurt de nêzî 800 zarokên Kobanê dê li kampê bên perwedekirin.

Berpirsyarê kampê Mehmet Kayhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew mêvanên xwe yên ji Kobanêyê hatine di 500 konî de vedixûnin û ji bo çareseriya pirsgirêkên wan jî dixebitin.

Kayhan destnîşan kir ku di demeke kurt de zarokên ku di kampê de dimînin dê bi kurdî perwerdehiya xwe bidomînin û wiha pê de çû: "Piştî ku me cihên nû ava kirin hejmara kesên ku di kapmê de dimînin gihîşt 5 hezar kesî û ji kampên herî mezin yek jî ev e. Di nav hefteyekê de dibistana ku me ava kiriye dê vebibe û dest bi perwerdehiyê bike. Me hin mase û kursî jî temîn kirin û di konên ku dê wek dibistan bên bikaranîn de bi cih kirin. Di nav hefteyekê de em ê dest bi perwerdehiyê bikin. Niha bi qasî 800î xwendekarên me hene."

PUKmedia / AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket