Pentagon: Vîdyo ya DAIŞ derbarê rewşa leşkerî li Kobanê ji rastiyê dûre

kurdistani 06:07 PM - 2014-12-13
Pentagon: Vîdyo ya DAIŞ derbarê rewşa leşkerî li Kobanê ji rastiyê dûre

Pentagon: Vîdyo ya DAIŞ derbarê rewşa leşkerî li Kobanê ji rastiyê dûre

Wezareta Berevniya Emerîka tiştên ku rêxistina terorê DAIŞ derbarê Kobanê de bi riya girte vîdyoyan û çapemaniyê û torên civakî ve belav dike ku, qada şer li Kobanê di bin kontirola wê de ye red kirin, û da xuya kirin ku hemû nûçe û agahiyên ji Kobanê tên diyar dikin ku heya niha rewş di aste leşkerî de di cihê xwe de diçe û tê û bigiranî kontirola şer di destê şervanên Kurd de ye.

Terorîstên DAIŞ li Kobanê hewdidin bi riya girte vîdyo ya bi balavireke bê belafirvan ve hatî girêdan ku di ser esmanên Kobanê re difire, rastiyan berovajî bikin û diyar bikin ku ew di şer de serkeftî ne.

Ji aliyê xwê ve saziyên ragihandinê yên Emerîka li ser zarê berpirsên Pentagon ragihandin ku; Her çendê lêdanên esmanî nekarîn DAIŞ ji bajarê Kobanê derxînin, lê tevgera wan bûç kir û maşînên terorîstan û terorîst nema dikarin serbest li bajarê Kobanê tevger bikin.

Her wiha gelek pisporan diyar kirin ku ew girte vîdyo ya DAIŞ belav kirî kevine û dîmenên nîşandane heman heman wekê dîmenên di girte vîdyo yak u girtiyê Birîtanî John Kantilî têde hate nîşan kirin weku hevin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket