'Em ji parastinê derketin, di pêvajoya pêngavê de ne'

kurdistani 04:47 PM - 2014-12-12
'Em ji parastinê derketin, di pêvajoya pêngavê de ne'

'Em ji parastinê derketin, di pêvajoya pêngavê de ne'

Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz, qonaxa dawî ya berxwedana Kobanê ku dikeve meha xwe ya sêyemîn nirxand û destnîşan kir, ku piştî pozîsyona parastinê ya du mehan, di meha dawî de ew derbasî pozîsyona pêngavê bûne. Denîz diyar kir ku bi pêngavê re wan gelek nuqte azad kirine û got, "Li sê eniyan serweriya me heye."

Denîz ragihand ku ew di şerê Kobanê de derbasî qonaxa serketinê bûne û got, "Lê belê her bihostek xaka Kobanê ji bo me welat e. Heta ku çeteyên DAIŞ'ê li bihostek xaka me be, em ê nikaribin behsa serketinê bikin."

Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz da zanîn, ku li hemberî dibetiya pêleke mezin a êrîşê ya çeteyên DAIŞ'ê ew amade ne.

Fermandar Denîz pêvajoya pêngavê û rewşa dawî ya li eniyên Kobanê ji ajansa me re nirxand.

EM JI PARASTINÊ DERKETIN, DERBASÎ PÊVAJOYA PÊNGAVÊ BÛNE'

Hûn dikarin nuqteya dawî ya berxwedana Kobanê binirxînin?

Li dijî êrîşa dijmin a ji bo dagirkirina Kobanê, me ji destpêka şer ve berxwedaneke gelekî cidî nîşan dan, lê ji aliyê taktîkî ve em di pozîsyona parastinê de man. Di meheke dawî de, bêyî parastinê biterikînin em derbasî pozîsyona êrîş û pêngavê bûn. Em vê pêngavê û pozîsyona êrîşê bi rê û rêbazên gelekî cuda dimeşînin. Taktîka me bi giranî kontrolkirina kolan, mal û taxan û bi parastina van qadan re pêşketin e. Yanî pêngava me, ne lêdan, derbkirin û vekişîn e. Li cihê ku em li dijmin didin, em herêmê bi dest dixin, mewziyê bi dest dixin û bi pêş ve diçin. Bêguman me ev yek ne bi tenê weke wergirtina qadê û êrîşê pêkanîn. Dema me ev pêngav dan destpêkirin, me parastin esas girtin. Me parastina xwe xurtir kirin û teknîkên nû yên parastinê dewlemendtir kir. Dema me kolanek azad kir, me ew kolan di heman demê de veguherandin xeteke parastinê. Bi taktîkên cuda û dewlemend re em di nava meha dawî de gelekî bi pêş ketin. Çeteyên DAIŞ'ê, li pêşberî vê pêngava me ya bi taktîkên dewlemend û ruhê fedaî, qels bûn û li gelek nuqteyan nekarî li hemberî me li ber xwe bidin. Di nava mehekê de me di nuqteyên me qels dike berxwedan xurtir kirin û dikarim bêjim ku me derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xist.

Savunma pozisyonunda olduğumuz dönemde yine fedaice bir direniş içerisindeydik ama askeri bir güç ne olursa olsun sadece savunma da kaldığında darbe alması kaçınılmazdır. Bu anlamda bizde her saldırıya saldırı ile karşılık vermeye başladık. İki ay savunmada kaldıktan sonra saldırı pozisyonuna geçtik ve ''Kobanê Kurtuluş Hamlesi'' şeklinde bir hamleye dönüştürdük. İlk operasyonumuz Botan Mahallesine yönelik oldu. Bu operasyonda ciddi bir başarı sağladık. Çoğu yerde düşman çok ağır kayıplar verdiği halde biz daha az sayı verdik. Abartıldığı düşünülmesin istedik. Ancak verdiğimiz sayıların üstünde kayıplar verdirdiğimiz çok eylemimiz oldu.

DI HER ENIYÊ DE SERWERÎ DI DESTÊ ME DE YE

Li sê eniyan rewşa dawî çiye?

Li sê eniyan, piştî em derbasî pozîsyona êrîşê bûn, em gelekî bi pêş ve çûn. Di rewşa niha de, bi taybetî piştî operasyona Botanê, em li eniya Başûr gelekî bi pêş ve çûn. Ji kolana 48'an ber bi goristana Şehîd Dîcle em heta serê eraziyê hatin. Li vê derê bi tenê li hin xaniyan çeteyên DAIŞ'ê man. Li eniya rojhilat jî dema em di pozîsyona parastinê de bûn, çeteyên DAIŞ'ê gelekî bi pêş ve çûbûn, lê bi pêngavê re gelek nuqte ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin û azadkirin. Li ser rêya Helebê, li cihê ku ketiye destê me, em bi rehetî tevdigerin. Beriya niha em nikarîbûn li wir bi hêsanî tevbigerin. Li eniya rojhilat me xwe gihandin sînorê herêma bi navê Medresa Reş. Li ser bingeha avakirina xetên parastinê pêngavên me dewam dike. Li eniya rojhilat bi wergirtina nuqteyên girîng re em ê çeteyên DAIŞ'ê bêhtir bişkenînin, mercên vê amade ne.

Li eniya rojava jî, di êrîşa 29'ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ'ê li vê eniyê bi maşînên zirxî û tankan êrîşeke giran dabû destpêkirin. Bi şikandina vê êrîşê re, nikare li eniya rojhilat ti êrîşê bikin. Car carna pevçûn diqewimin lê belê em xetên xwe yên parastinê diparêzin û yekcaran em li vê derê xwe berdidin nava xetên hundirên ê dijmin û derbê li wan didin.

BI PÊNGAVÊ RE MORAL DI ASTA HERÎ BILIND DE YE

Pêngavê, ji bo hêzên we asteke çawa ya moralê afirand?

Aliyekî din ê pêngava êrîşê ew e ku ji hêzên me re bû moral û motîvasyonek di asta herî bilind de. Berê jî me bi moraleke bilind şer dikirin, lê belê dema hêzeke leşkerî di pozîsyona parastinê de be, bixwazî nexwazî, ji aliyê moral ve zehmetî rû didin. Dikarim bêjim ku niha ji aliyê manewî ve serweriyeke me ya cidî heye. Piştî ku em derbasî pozîsyona êrîşê bûn, em zehmetiyan dikşînin ku hevalan li şûna wan bisekinînin. Carna bêyî plansaziya me, hin heval li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyan lidar dixin û em dibihîzin ku hevalan hin xanî kontrol kirine. Bawerî û biryardariya me ya ji bo rizgariya Kobanê, bi pêngavê re mezintir bû. Di rojên em çalakiyan lidar naxin de şervanên me aciz dibin û lidarxistina çalakiyan pêşniyarî me dikin. Hêzên me wê li dijî DAIŞ'ê bi manewiyat û moraleke mezin pêngava xwe dewam bikin.

JI MERCÊN ZIVISTANÊ RE EM AMADE NE

Mercên zivistanê bi çi rengî bandorê li rewşa şer dike?

Bêguman avantaj û dezavantajên mercên zivistanê hene. Lê belê ji bo me zêde ne girîng e, hêzên me hem ji aliyê moral hem jî ji aliyê taktîkê ve ji bo mercên zivistanê jî amade ne. Ya girîng berxwedêriya me ya di nava şer de ye. Ji aliyê dijmin ve bikaranîna erd zehmet dibe, lewma hin avantajên wê jî hene. Lê belê, weke min got; em xwe li gorî her tiştî bicih dikin. Zivistan yan jî mercên demsaleke din bandorê li berxwedana me nake. Em li vê derê ber bi stratejî û armancekê dimeşin.

ŞÊWEYÊ HEYÎ YÊN ÊRÎŞAN QELSIYA DAIŞ'Ê NÎŞAN DIDE

Çeteyên DAIŞ'ê i hemberî pêngava we ket kîjan pozîsyonê?

Çeteyên DAIŞ'ê, dema em di pozîsyona parastinê de bûn, bêhtir çekên ji nava bajêr re guncaw bikar dianîn. Topên hawanê û çekên giran zêde nikaribû bikar bîne. Lê belê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bi pêngava me re şikest, dest bi êrîşên bi hawanan, maşînên bombebarkirî û xwekujiyê kir. Ev rêbaza êrîşî, qelsî û şikestina hêzeke leşkerî nîşan dide. Şikestin û qelsiya dijmin nîşan dide. Lê belê bi şêweyeke bi vî rengî ya êrîşê re nikarin encamê werbigirin. Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî me nikare ti encamê bi dest bixin. Li hemberî hemû rêbazên wan ên êrîşî, amadekariyên me hene.

DIBE KU PÊLEKE NÛ YA ÊRÎŞAN BIDIN DESTPÊKIRIN, LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN EM AMADE NE

Gengaz e ku ji nû ve dest bi êrîşeke berfireh bikin?

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dibe ku dewam bikin. Lê weke min got, em ji her şêwe êrîşan re amade ne. Bêguman dibetiya êrîşeke berfireh her tim heye. Ne tiştekî nebe ye. Lê belê, ji aliyê dem û berfirehiyê ve me xwe ji her alî ve ji rewşa şer re amade kirine. Em ê di her şert û mercî de Kobanê biparêzin. Ji xwe her tim hêzên nû tînin. Di demên dawî de fermandarên wan, emîrên wan ên şer dimeşandin, hatin kuştin. Di nava şikestinekê de ne, lê belê mîna ku me got bi teqwiyeyên nû dikarin dest bi pêleke nû ya êrîşan bikin.

HER BIHOSTEK XAKA KOBANÊ JI BO ME WELAT E

Em dikarin bêjin ku niha şert û mercên qonaxa serketinê afirîne?

Belê, bi pêngava me ya dawî re bi nuqteyên me bi dest xistin û derbên me li dijmin xistin re, mirov dikarin bêjin ku mercên serketinê guncaw bûne. Lê belê divê ev yek were gotin; her bihostek xaka Kobanê ji bo me welat e. Eger li bihostek xaka me çeteyên DAIŞ'ê hebe, hingî welat wê ji aliyê me ve weke hatiye dagirkirin bê dîtin. Lewma heta ku bihostek xaka Kobanê di bin kontrola DAIŞ'ê de be, mirov nikare behsa serketinê bikin. Lê belê şert û merc derketine holê ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji her bihosta Kobanê derxînin.

BANGA LI CIWANÊN KOBANÊ

Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?

Herî dawî dixwazim bêjim ku pêngava me wê dewam bike û em ê çeteyên DAIŞ'ê têk bibin. Pêyama min jî li keç û xortên Kurd e. Divê di nava vê qonaxa serketinê de cih bigirin. Bila werin li nava refên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê têbikoş in. Kobanê wê azad bibe û bila ew jî di vê qonaxa azadiyê de cih bigirin. Em ciwanên Kobanê vedixwînin Kobanê.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket