Mela Bextiyar: Pêşveçûna Demokrasiyê metirsî bi ser ramanên faşîst û terorîst de çêkir
kurdistani 07:54 PM - 2014-12-11Mela Bextiyar li konsolxaneya Îtalya li Hewlêrê
Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar bi hevalbendiya her yek ji endamê polîtburoya YNK`ê Saidî Ehmed Pîre, berpirsê nivîsgeha peywendiyên derve ya YNK`ê Tehsîn Namiq û nûnerê YNK`ê li Îtalya Soran Yasîn li bajarê Hewlêrê serdana konsolxanya giştî ya Îtalya`yê kirin.
Li konsolxaneyê, konsolê giştî yê Îtalya li Herêma Kurdistnaê Carmelo Ficarra û cigîrê wî Hezar Xweşnaw pêşwazî li Mela Bextiyar û şande digel de ye kirin.
Di hevdîdtinê de herdu aliyan rewşa dawî li Êraq û Kurdistanê, ligel hokarên rê li ber derketina DAIŞ vekirin û çawa DAIŞ li bêtirî deverên ji Herêma Kurdistanê hatine qutkirin rastî şikestinê hat gotebêj kirin, her wiha aliyan derbarê hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞ û rola Kurdistanê û hêzên pêşmerge di rûbirûba DAIŞ de û mekanîzma hevkariyê di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de çi di warên çandî û çespandina Demokrasiyê de li navçeyê nirînên xwe eşkere kirin.
Ji aliyê xwe ve konsolê Îtalya li Herêma Kurdistanê Carmelo Ficarra bal kişand ser bi xebat û çalakiyên konsolxaneya Îtalya li Herêma Kurdistanê û derbarê proje û xebatên ku dê di pêşerojê de bikin axivî.
Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoyaYNK`ê Mela Bextiyar ji aliyê xwe ve bal kişand ser bi girîngiya wê yekê ku konsolxana Îtalya li Herêmê xebat û çalakiyên xwe berferh bike û da xuya kirin ku ev yek diyar dike çendê peywendiyên aborî û baziganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya de serkeftîne, her wiha diyar kir ku ew hêvîdare konsolxana di pêşrojê de bibe bi balyozxana Îtalya li Herêma Kurdistanê.
Mela Bextiyar rola Îtalya û bi teybet di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de û di çarçoveya hevpeymana navdewletî de hevkariya wê ligel Herêma Kurdistanê nirxandin û da xuya kirin ku di vê mijarê de nirîn û helwestên YNK`ê û hikûmeta Îtalya ji hev nêzin, Mela Bextiyar her wiha diyar kir ku YNK`ê ji dest pêkêve ji raya giştî ya navdewletî û cîhanê daxwaz kir ku li hember DAIŞ helwest nîşan bidin, ji ber ku em di wê hizrê de bûn ku DAIŞ ne sînor û ne ti tixûban nas dike û dostên wê jî nînin, Mela Bextiyar ji aliyê xwe ve her hêzek ku sînor nas nake û dostên wê nînin bi hezên Faşîst nirxandin.
Mela Bexriyar tekez li ser wê yekê kir ku pêşveçûna Pêlên Demokrasiyê yên di serdema Globalîzmê de berê xwe dan Rojhilata navîn, Sûriyê, Êraq û Kurdistanê metirsiyên mezin bi ser bermahiyên hizr û ramanên kevneperest û faşîst ên ji sedsalên navîn de mane û komên terorê yên weku DAIŞ ve çêkirin û got ku: Ev kom dixwazin bi çi nirxê be serkeftinê bidest bixînin û ji bo vê yekê dest davêjin rê û rêbazên herî hov.
Mela Bextiyar di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku, ew hêvîdare Îtalya weku welatekî li pêşbû di serdema ronesansê de projeyeke hizr û ramanên wê yên ciwan û xweşik hembêz dikin veguhesîne Kurdistanê û navçeyê.
Ji aliyekî din ve endamê polîtburoya YNK`ê Saidî Ehemd Pîre da xuya kir ku YNK`ê ji bo parêzvanî li berjewandiyên gelê Êraq û Kurdistanê bike amadeya her cura hevkarî li gel hikûmeta Îtalya pêşve bibe.
Konsolê giştî yê Îtalya li Herêma Kurdistanê Carmelo Ficarra ji aliyê xwe ve bal kişand ser bi hevkariya leşkerî û mirovî ya hikûmeta welatî wî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirî û da xuya kirin ku welatê wî ji bo parêzvanî li Demokrasiyê û azadiyê bike beşdarî hevpeymana navdewletî bû ye.
Her wiha tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste kêşe û pirsgirêkên Êraqê yên navxweyî bi riya diyalokê bêne çareserkirin, wekî din diyar kir ku welatê wî amadeye her cura danûstandinên çandî, birêvebirî û hevkariyê ligel Herêma Kurdistanê bike.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25