Hokînig; Jîrbûna çêkirî gef li mirovahiyê dixwe

kurdistani 08:21 PM - 2014-12-03
 Sitîfên Hokînig

Sitîfên Hokînig

Zanyarê bi nav û deng a fîzya yê Birîtanya Sitîfên Hokînig hişyarî da û got: Dibe ku jîrbûna çêkirî gef li mirovahiyê bixwe û dibe ku tora enternetê bibe navenda birêvebirina terorê.

Hoking da xuya kirin ku amûrên dibe ku bifkirin, metirsî bi ser derûna hebûma me weku mirovahî çêkin û pêşxistina jîrbûna çêkirî dibe rê li ber bidawî kirina mirovahiyê vekê.

Hokînig ji BBC re axivî û derbar pirsekê li ser telonojiyeke caper a nû ku dikarê bi riya kombiyoterê biaxive û zanibe ka çi gotin dê bêne gotin axivî û hişyarî da. 

Hokînig diyar kir ku di asta dem kurt de Jîrbûna çêkirî bandora wê ew ku çawa bê kontirol kirin, lê li ser asta dem dirêj pirs ewe ma ew`ê bi şêweyek berferh bête kontirol kirin an na.

Û wiha pê de çû: Divê em hemû ji xwe pirs bikin ji bo em bêtir derfet û sûd ji bi karanîna Jîrbûna çêkirî werbigirin ka emê çibikin û xwe ji metirsiyên ligel xwe tîne dûrbixînine.

Her wiha derbarê bi karnîna Enternetê jî hişyarî dan û bal kişand ser bi hişyariyên birêvebirê saziya hewalgiriya Birîtanya ji wê yekê ku dibe tora Enternetê weku navendeke birêvebirina terorê bê bi kar anîn.

Zanyarê Hokînig derbarê vê yekê got: Divê kompanyayên Enternetê ji bo rê li ber gefa terorê bigrin bêtir bergiyan bikin, lê dê ev li ser pişta azadî û mafên tebyet ên Enternetê bi kar tînin be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket