Parlemana Yonanê piştîvaniya gelê Kurd dike

kurdistani 12:46 PM - 2014-12-03
 Parlemana Yonanê piştîvaniya gelê Kurd dike

Parlemana Yonanê piştîvaniya gelê Kurd dike

Parlemana jî bi awayekî fermî Yonanê piştîvaniya gelê Kurd kir û ji cîhanê jî daxwaz kir ku xwedî li gelê Kurd derkevin.

Di civîneke xwe de, ya li zanîngeha Bandiyo yê, berpirsa peywendiyên giştî li parlemana Yonanê, Nadî Bilanî, ji civaka navnetewî daxwaza piştgiriya gelê Kurd bikin û xwedî li wê gelê mêrxwes derkevin.

Ev daxwaz di dema civîna beşê peywendiyên navnetewî ya parlemana Yonanê li Atînayê di bin navê Yonan û aloziyên Herêmî de birêve çûbû, ew jî di destpêka vê mehê de ango di 1-12-2014`an de, di hundir zanîngeha Bandîyo de ew civîn pêkhat.

Her weha di wê civînê de, nûner ji Misrê, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Qubrus digel amadebûna şandeyên diplomatic di wê civînê de, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Îbrahîm Muslim yê Yonanê di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêwîstiya aîlkarî û piştgiriya navnetewî şiroveyên xwe anî ser ziman û tekez kir ku dibe ku civaka navnetewî piştgiriya YPG`ê bike û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas bikin û peywendî digel bikin.

Her weha berpirsa peywendiyên giştî di Parlemana Yonanê de, Elyomnî Bilabatî ji civaka navnetewî daxwaza alîkarî û piştîvaniya li gelê Kurd kir û destxweşî li rola Yekîneyên Parastina Gel kir ku li hemberî hovîtiya terorîstên DAIŞê berevanî û li berxwe didin.

Her weha di wê civînê de, rola Tirkiyê ya neerênî di Sûriyê de û piştîvaniya wê ji terorêr e û bi taybet bi riya kirîn û firotina neftêî terorîstan.

PUKmedia-Atîna

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket