Serok Mam Celal serxweşî li Mihemed Hac Mahmûd kir

kurdistani 06:50 PM - 2014-11-27
Mihemed Hac Mehmûd û kurê wî Eta

Mihemed Hac Mehmûd û kurê wî Eta

Sekrteriya Serok Mam Celal sekreterê giştî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê îro pêncşemê 27 / 11 / 2014`e bi bona şehadeta şehîd Eta  kurê sekreterê Partiya Sosyalît a Demokrata Kurdistanê Mihemd Hac Mahmûd di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de li başûr-rojavayê Kerkûkê li devera Til El-Werd peyamek sersaxiyê arestey Mihemed Hac Mehmûd kir.

Sekreteriya serok Mam Celal da xuya kirin ku Serok Mam Celal bi dileke xemgîn û kesereke mezin nûçeya şehedata kurê we şehîd Eta bihîst û ji dilve serxweşî li we û hemû endam, kadirên Partiya we, kesûkarên şehîd Ata û malbata we dike, banga me ji xuda ewe ku cihê şehîd Eta bihûşt be.

Şehşîbûna Kak Eta diyar dike ku hêzên Kurdistanê ji bo bergirî li Kurdistanê bikin bi can û mal amadene şer bikin û Kurdistanê ji qirêja terorîstan paqij bikin.

Careke din em bang li xuda dikin ku cihê hemû cangoriyên Kurd û Kurditanê bihûşt be, sebir û xemrevînê bide we.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket