9 Kanûna pêşîn roja cîhanî ya rizgarkirina Şengalê hate hilbijartin

kurdistani 06:12 PM - 2014-11-27
9 Kanûna pêşîn roja cîhanî ya pitgirîkirin bi Şengalê hate hilbijartin

9 Kanûna pêşîn roja cîhanî ya pitgirîkirin bi Şengalê hate hilbijartin

Desteya bergirî li Ol û Êlên Êraqê kirin, daxwaz kir ku roja 9 Kanûna pêşîn roja cîhanî ya piştgirî û piştvanî bi Şengalê re kirin bête ragihandin.

Desteyê bi beyannameyekê da xuya kirin ku: Civaka navdewletî di zanebûna wê yekê de ye, çi bi ser Şengalê de hat, çi tewan bi ser welatiyên Şengalê de hatine kirin, Êzîdî rastî komkujiyê û cinosayîdê hatin, bi hezaran ji bo ji mirin û terorê rizgar bibin neçar bûn berê xwe bidin çiyayê Şengalê li çol û çiyan man, kesên dîl  ketine destê rêxistina terorê DAIŞ hatine kuştin, jin û keç û zarok hatine fortin û destdirêjî li wan hate kirin.

Desteyê da xuya kirin ku ji ber feleketa bi ser Şengalê de hatî  û hikûmeta Êraqê ya Federal û Herêma Kurdistanê nikarin bi tenê pêdiviyên welatiyên Şengalê dabîn bikin, û pêdivî  bi alîkarî û yarmetiya nevnetewî heye, em vê bangê dikin û daxwaz dikin roja 9 / 12 roja piştgiriya cîhanî bi Şengalê re bête ragihadin, bi teybet ji ber ku ev roj dikevê heman roja raghandina Beyannameya Gerdonî ya Mafên Mirovan di sal vegera xwe ya 66 de.

Desteya bergirî li Ol û Êlan li Êraqê, her wiha ji bo gelê Êzîdî birînên xwe derman bike û tewanên li dijî Êzîdiyan hatine kirin li ser asteke navnetewî û cîhanî bêne ronî kirin û eşkere kirin hejmarek ji daxwazin jî pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve hejmarek ji kesayetî û rêxistinên herêmî, Ereb û cîhanî, ji rewşenbîr, siyastmedar û akedemîsyen mora xwe avêtin bin daxwaz û pêşniyara Desteyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket