Zêbarî: Divê artêş ji gendaliyê bê paqij kirin

kurdistani 04:48 PM - 2014-11-27
Zêbarî: Divê artêş ji gendaliyê bê paqij kirin

Zêbarî: Divê artêş ji gendaliyê bê paqij kirin

Wezîrê deraya Êraqê Hoşyar Zêbarî ya bûdca sala 2015 a Êraq Federla amade dike û dê bêtirî ji %25 jê artêşê  re bête dabeş kirin, daxwaz kir li dijî gendaliya di nav refên hêzên artêşa Êraqê de şer bête ragihandin û artêş ji gendaliyê bête paqij kirin.

Zêbarî wê di rojên nêz de projebûdce 2015`e pêşkêşî encumena wezîran a federal bike, çav li rê ku bûdece sala 2015`e 100 milyar dolar be, jê %25 bêtir ji berevaniyê re bête dabeş kirin.

Zêbar ê ji Reuters re axivî bal kişand ser bi gendaliya di refên artêşa Êraqê de ku yek ji sedemên serekebûn ji ketina bajarê Mûsilê û hilweşîna artêşa Êraqê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de, Zêbarê da xuya kirin ku hêzên ewlekariyê û artêş hêjayî alîkarî û piştgiriyê ne lê divê ew gendaliya di nav artêşê de heyî bête paqijkirin û şer li dijî wê bête ragihandin.

Zêbarî diyar kir ku di refên artêşê de gelek leşker hatine tomar kirin lê ew leşker li kurin çi dikin ne diyare, ji xwe bi tenê ew li ser qaxezê hene, mûçeyên wan fermanda ji xwe re dibin, ev diyar dike çendê di birêvebiriyê de ne lirêtî û gendalî heye divê ev, pirsgirêk bêne çareserkirin, ji ber ku ev yek rê li ber jinav birina DAIŞ jî digre û rê nade stratejiyeke bi hêzên ji bo ji nav birina DAIŞ bête lidarxistin, her wiha divê ew kesên gendal bêne ceza kirin û dadgeh kirin.

Zêbarî her wiha bal kiaşnd ser bi rêkeftina di demên dawî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdadê de û got ku; Rêkeftinê gengeşeya derbarê himnardeirina petrola Kurdistanê de kêm kirin û rewş nerim kir.

Zêbarî wekî din daxuya kirin ku di çarçoveya lihevkrina giştî di navbera aliyan de giran bêjî planên avakirina hêzên pesevaniya nîştimanî birêve diçin ku di nav xwe de hemû Êl û aliyan hembêz bike.

Derbarê şerê li dijî rêxisitna terorê DAIŞ Zêbarî got: Şerê dewleta DAIŞ bi ser de teqlo bûye, DAIŞ nema weku berê dikarê şer û pevçûnan de liberxwe bide, ji ber ku ev dibe armanca balafirên şer û rastî ziyaneke mezin tê, lê dîsa DAIŞ xwedî hêze û metirsiyan çêdike, ev şer dê hêja demeke dijrê bajo, ez di wê baweriyê de me ku ji vir pê ve Em bi ser dikevin û DAIŞ têk diçe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket