Nermîn Osman: Em li benda biryara Walî ne bo rê bide em serdana Kobanê bikin

kurdistani 04:06 PM - 2014-11-27
Nermîn Osman

Nermîn Osman

Bi bona 25 mijadarê roja tekoşîna tundetujiya li hember jinê, jin li ser sînorê Kobanê meşiyan û şanda YNK`ê ya li bakûrê Kurdistanê ye beşdarî meşê bûn.

Roja 25 mijdarê li seren serî cîhanê roja tekoşîna lidijê tundetujiya bi ser jinê de tê nas kirin, b I bona vê rojê jin gelek dever û bajarê Bakûrê Kurdistanê berê xwe dan ser sînorê Kobanê û meş lidarxistin.

Pişt meşê bermaneyaJinanbi axaftinan berdewam kir, di serî de şaredara Pirsûsê Ekmez axivî û da xuya kirin ku pêşroja Jian wê bi destê Kurdan wê bê avakirin.

Li ser navê şanda jianan a Herêma Kurdistanê endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Nermîn Osman axivî, Osman behsa 25 mijdarê, berxwedana Kobanê û kerasta Şengalê kir, û da xuya kirin ku divê çarenûsa ew 3500 jinên Şengalê bête eşkere bibe, 3500 jin li bazarên nixase hatine firotin û kirîn. Osman her wiha ji kenala Gelî Kurdistan re axivî û diyar kir ku dê ew bi mebesta piştgirî li Bexwedana Kobanê bikin piştî bermanê berê xwe bidin bajarê Kobanê û li benda peyama walî ne û got: Her çendê walî dibêje şere nebê em derbas bin lê ji aliyê xwe ve em rijdin û divê serdana Kobanê bikin û ta peyama walî bê em`ê li ser sînor bin.

Her wiha hevseroka Kongira Givaka Demokratîk Selma Irmak jî bi vê bonê axivî û berxwedana Kobanê silav kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket