Dawudoglu: Kobanê mala me, Tirkiye jî mala we ye

kurdistani 12:27 PM - 2014-11-27
Dawudoglu: Kobanê mala me, Tirkiye jî mala we ye

Dawudoglu: Kobanê mala me, Tirkiye jî mala we ye

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu duh 26/11/2014 serdana kampa Dibîstana herêmê a li pîrsusê kir û li wir gotarek pêşkêşî penaberên Kobanê kir û got, “Kobanê mala me, Tirkiye jî mala we ye”
 
Ehmed Dawudoglu axaftina xwe bi kurdî destpê kir û got: "Hûn bi xêr hatin xwişk û birayên min ên kobanêyî.Kobanê mala me, Tirkiye jî mala we ye. Em ji malbata we ne. Bila roja we bi xêr be, we bi xwe re xêr anî."

Dawudoglu got: "Tirkiye mala we ye, em bi sedan sal bi hev re jiyan. Êşa we êşa me ye jî. Kêfxweşiya we kêfxweşiya me ye jî. Mala me, sînorên me lê ya herî girîng dilê me heta dawiyê ji we re vekiriye."

Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed Dawudoglu axaftina xwe weha berdewam kir û got: " Sirûc û Kobanê, Tirkiye û Sûriye, Heleb û Riha bira ne û dê wek bira bimînin. Înşallah dê rojek Kobanê ji van êrîş û tehdîdan xilas bibe û dê hûn jî vegerin malên xwe."

Li dawiya axaftina xwe de Ehmed Dawudoglu got: "Ev rojên dijwar derbas dibin lê biratiya ku di van rojan de hat nîşandan naye jibîrkirin. Xwedê Kobanêyê û birayên me yên kobanêyî biparêze. Wekî hemû bajar û bajarokan Kobanê jî ji bo me emanetê dîrokî ne. Em bi biryar in ku xwedî li vî emanetî derkevin."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket