Zarokekî penaber ji serma jiyana xwe ji dest dide

kurdistani 12:11 PM - 2014-11-27
Zarokekî penaber ji serma jiyana xwe ji dest da

Zarokekî penaber ji serma jiyana xwe ji dest da

Ji ber sir û sermayê û daketina pileyên germayê û nebûna xizmetguzarî bo penaberên parêzgeha Babilê, zarokekî 4 salî jiyan ji dest dide.

Jêderekê li rêxistina mafê mirov li sînorê parêzgeha Babilê ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro 27/11/2014 danê sibehê malbateke penaber li kampa penaberan a li navçeya Ekremiyê ku dikeve naverasta parêzgeha Babilê rastî karesateke dilêş hatine dema ku sibehê radibin ji xew dibînin ku zarokê wan ji serma hişk bûye û jiyan ji dest daye.

Wê jêderê diyar kir ku temenê wî zarokî 4 saliye û got: eger rêxistinên cîhanî bi hawara wê kampê neçin dê jiyana 4 hezar zarok di bin metirsiyê de ye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket