Kantona Efrînê: Me tu alîkarî nedaye rêjîma Sûrî
kurdistani 11:16 AM - 2014-11-27Kantona Efrînê: Me tu alîkarî nedaye rêjîma Sûrî
Rayedarên kantona efrînê wê yekê red dikin ku tu alîkarî dabin hêzên rêjîma sûriyê li bajarokên Nibil û Zehra ya parêzgehê Helebê, Yekîneyên Parastina Gel ji radighîne ku Kurd ne parçeyekin ji şerê tayîfî li Sûriyê.
Berdevkê fermî yê bi navê rêveberiya xweser li Efrînê rêzan Hido ji PUKmedia`yê re ragihand ku armanc ji dengoyên ku dibêjin (YPG alîkariya hêzên rêjîmê li Nibil û Zehrayê dike) bo çandina fitnêye di navbera Kurd û Ereban de û teqez kir ku tu kes ji xelkê Nibil û Zehrayê koçberî Efrînê nebûne.
Her weha pizîşkên nexweşxaneya Aferîn ya bajarê Efrînê jî teqez kir ku tenê birîndarekî sivîl ji Nibilê gihêştiye nexweşxaneyaê û tu birîndarekî dine yê leşkerî yan sivîl li nexweşxaneyên Efrînê tune ne.
Wezîrê berevaniya kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm jî ji PUKmedia`yê re got: YPG çi alîkarî pêşkêşî hêzên li Nibil û Zehra nekiriye û tu metirsî li ser bajêr tune ye lê em jib o her rewşeke ewarte hazirin.
Li ser pirsyara bicîbûna hêzên YPG li girên stratejîk ên nêzîkî bajarê Darêt Izze jî Ebdo got: Eve hin tedbîrên stratejîkin bo parastina navçeyê ye û tu niyeteke me ku em axa kesî dagir bikin tune ye.
Pêştire fermandarê giştiyê YPG Sîpan Hemo ji ajansa Hawarê re her yek li istixbaratên sûrî û Tirkî tometbar kiribû ku planan li dijî Kurdan amade dikin û hewl didin destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê têk bidin. Hemo teqez kir ku ew ne beşekin ji şerê taîfî û di heman demê de jî ew rê nadin ku senaryoya li Kobanê li efrînê dubare bibin.
Ev çend rojin ragihandinên erebî hin nûçeyan belav dikin ku xelkê Nibil û Zehra koçberî bajarê Efrînê bûne û her weha belav dikin ku rêjîma Sûriyê bi rêya Efrînê û bi alîkariya YPG çekan derbasî Nibil û Zehrayê dike.
Hêjayî gotinê ye ku akinciyên herdu bajarokan (Nibil û Zehra) ji tayîfeya Şî`e mezhebin û alîgirên rêjîmê ne û eve 2 salin ji aliyê hêzên opozisyonê ve hatine dorpêç kirinê û hêzên rêjîma sûriyê bi balafiran alîkariyan dişîne ji herdu bajarokan re.
PUKmedia/Elînde Ehmed/Efrîn
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25