Parlemana Ewrupa: Şerê terorîstan li ser Kobanê ewê dubare nebê

kurdistani 09:39 AM - 2014-11-27
 Parlemana Ewrupa: Şerê terorîstan li ser Kobanê ewê dubare nebê

Parlemana Ewrupa: Şerê terorîstan li ser Kobanê ewê dubare nebê

Şanda kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji her yek li seroka encûmena cîbicîkar a kantonê Hêvî Îbrahîm Mistefa û serokê desteya derve Silêman Cafer û cîgira wî Cîhan Îbrahîm pêkhatibûn serdana Yekîtiya Ewrupayê kirin û ji aliyê du rawêjkarên serokê yekîtiya Ewrupayê û  serokê lijneya pêwendiyên derve ya parlemana Ewrupasyê ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê parlemana Ewrupayê bi rêya rawêjkarên xwe soza wê yekê da ku ewê bi giringî daxwazên kantona Efrînê ku pêştir pêşkêş kiribûn bi cî bîne û her weha serokê parlemana Ewrupa ew şerê teorîstên DAIŞ li ser Kobanê jî şermezar kir û ragihand ku ewê kar bikin ku ew ezîmûna li Kobanê li bajarekî dine ya sûriyê dubare nebê.

Ji aliyê xwe ve jî serokê nûsîngeha pêwendiyên derve li parlemana Ewrupayê ji şanda kantona Efrînê xwe ku hemû daxwazên xwe û pêdiviyên xwe jib o kantona Efrînê pêşkêşî parlemana Ewrupayê bikin û ewê li ser wê yekê kar bikin ku hemû pêdiviyên Efrînê cî bi cî bikin û ewê fişarê bixin ser Tirkiyê daku korîdoreke taybet di navbera Efrîn û Tirkiyê de vekin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket