Girtîgeha DAIŞ ya mezin li Musilê hate teqandin

kurdistani 09:21 AM - 2014-11-27
Girtîgeha DAIŞ ya mezin hate teqandin

Girtîgeha DAIŞ ya mezin hate teqandin

Li bajarê Musilê girtîgeha Badoş ku mezintirîn girtîgeha terorîstên DAIŞ`ê ye şeva borî 26/11/2014 ji aliyê çekdarên DAIŞ bi xwe vev hate teqandinê.

Jêderekê taybet ji malbenda Musilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê taybet ji PUKmedia`yê re ragihand: Di dema dagirkirina Musilê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve dest danîn ser wê girtîgehê û jib o karûbarê xwe bikartînan ku bi qesabxaneya DAIŞ tê naskirinê.

Got jî: Berya dagirkirina Musilê ew girtîgehe 7000 girtî têde bûn lê dema DAIŞ dest danî ser girtiyên sune azad kirin û yê Şî`e jî bûne çekdar û çûne nava terorîûstên DAIŞ`ê ku herî dawî jî 1500 girtî têde hebûne û di nava wan de pizîşk û serok eşîret, endamên encûmena parêzgeha Musilê û çalakvanên sivîl hebûne. Lê belê duh bi şev di demjimêr 8:30 xulekan de hemû ji aliyê terorîstên DAIŞ bi xwe ve ew hatin gulebaran kirinê û piştre jî tevahiya girtîgehê bombe kirine û bi tevahî teqandin.

Hêjayî gotinê ye ku girtîgeha Badoş duyemîn zîndana Êraqê ye piştî zîndana Ebo Xirêb.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket