Kurê Mihemedê Hacî Mehmud şehîd bû
kurdistani 07:50 PM - 2014-11-26Kurê Mihemedê Hacî Mehmud şehîd bû
Kurê sekreterê giştiyê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmud di şerê îro li Til Werdê li başûrê bajarê Kerkûkê şehîd bû.
Jêderekê agahdar li nava hêzên pêşmerge li sengerên berevanîiyê li niştiman îro 26/11/2014 ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Şehîd Eta kurê sekreterê giştiyê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmud ku li gel bavê xwe di sengerên berevanbiya li niştiman li gundê Til Werd a li başûrê bajarê Kerkûkê li dijî terorîstên DAIŞ şer dikir û îro di operasyona azadkirina wê navçeyê de bi giranî birîndar dibe û piştre jî şehîd dibê û tevlî karwana nemiran dibe.
Wê jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî şehîdbûna kurê wî heya niha Mehemedê Hacî Mehmud li bereyên şer ên li dijî terorîstên DAIŞ berevaniyê li Kurdistanê dike û soza xwe bo axa Kurdistanê dubare dike ku ewê bi xwe û malbata xwe canfedayî axa Kurdistanê bikin û parêzvaniyê li miletê xwe bikin heya dilopa xwîna xwe a dawî dê berevaniyê bikin.
Hêjayî gotinê ye ku şehîd Eta jidayîkbûyê 1978`an e û endamê serkirdayetiya Partiya sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê ye û weku pêşmergeyekî qehreman li kêleka bavê xwe di şerê li dijî terorîstên DAIŞ li başûrê Kerkûkê beşdarî kiriye û îro jî di şerê azadkirina Til Werd li başûrê Kerkûkê şehîd bûye û tevlî karwanê şehîdan bûye.
PUKmedia/Taybet
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25