BERIYA MÊRDÎNÊ Û PENABERÎ..Konê Reş

kurdistani 06:32 PM - 2014-11-26
Konê Reş

Konê Reş

Ezbenî!
   Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav şebnem û aviya gul û kulîlkên wê de şildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin..

Bejna min bi şînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunava xaka wê sor dibû..
Îsal, niha ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîşanî ji dêmê wan difûre. Erê xelkên wê ji tengezarî rêyên mala xwe şaş dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!

Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkan li hev bîne! Kî dikare vê xaka tî, têr av bike.. û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne?!
Erê ezbenî!

Şevên Qamişlo, mîna kofiya dayika min in.. Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min in.. Kalemêrên li dor Camiya Qasimo, şêrîn bûn li ber dilê min.. Piraniya wan jî barkiriye. Niha ezbenî! Kolan, sikak û cade di ber tere derbas dibin û silavê nakin. Ew jî piştexuz û bargiran in. Ta bi dost, heval û hogirên te dema ku tu çav bi wan dikî, tu dibêjî qey ji welatê biyaniyan e, serê wan di ber wan deye, bi kul û derd dikulkulin û derbas dibin.

Konê Reş, 26.11.2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket