Birnard Koşnêr: Hêzên Kurd ji dêla hemû cîhanê şerê terorê dikin

kurdistani 06:21 PM - 2014-11-26
Birnard Koşnêr: Hêzên Kurd ji dêla hemû cîhanê şerê terorê dikin

Birnard Koşnêr: Hêzên Kurd ji dêla hemû cîhanê şerê terorê dikin

Wezîrê berê yê karê derve ya Firansa Birnard Koşnêr serdana Rojavayê Kurdistanê kantona Cizîrê kir û da xuya kirin ku Hêzên Kurdî îro ji dêla hemû cîhanê ve şerê terorê dikin.

Koşnêr ku ji duh ve bi serdanekê gihîşte Rojavayê Kurdistanê kantona Cizîrê, îro li bajarê Amûdê serdana baregehên encumenên cîbicîkar û zagonsaz a Rêvebiriya Xweser li Kantona Cizîrê kir.

Serokê encumena cîbicîkar Ekrem Hiso û herdu cîgirin wî Êzebês Koriyê û Husên Ezam pêşwazî li Birnard Koşnêr kirin.
Di hevdîtinê de Koşnêr tekez li ser wê yekê kir ku gelê Kurd îro ji dêla hemû cîhanê şerê terorê dike û yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û YPJ`e hêzên nimûnene û divê hevkarî û piştgirî ligel bête kirin.

Koşnêr her wiha tekez li ser wê yekê kir ku divê endamên rêvebiriyê bêne perwerde kirin û da xuya kirin ku dê ew ligel encumena cîbicî kar rê û rêbazên hevrêzî û hevkarî ligel hev kirin gotebêj bikin.

Koşnêr pişt re  serdana encumena cîbicîkar a kantona Cizîrê kir û ji aliyê heverokên encumena cîbicîkar Hekim Xilo û Nazîra Koriyê pêşwazî lê hate kirin, di hevîdîtinê de zagon û yesayên encumena zagonsaz derdixîne hatine gotebêj kirin, Koşnêr ji aliyê xwe da xuya kirin ku dê ew hewl bide dengê gelê Kurd bighîne gel û hikûmeta Firansa.

Her wiha çav li rêye Koşnêr roja înê di kongireyek rojnamevanî de encamên serdana xwe bo kantona Cizîrê ji çapemeniyê re ragihîne.

PUKmedia /Rojavayê Kurdistanê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket