Hêzên pêşmerge Til El-Werd rizgar kirin

kurdistani 05:42 PM - 2014-11-26
Hêzên pêşmerge Til El-Werd rizgar kirin

Hêzên pêşmerge Til El-Werd rizgar kirin

Hêzên pêşmegeyên Kurdistanê îro çarşemê 26 / 11/ 2014`e bi serpereştiya cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî devera Til El-Werd a dikeve rojavayê Kerkûk ji çeteyên DAIŞ parqij kirin û rizgar kirin.

Fermandarê hêzên pêşmerge li qada şer Lîwa Mihemed Hacî Qadir bi da xuyaniyeke teybet ji PUKmedia yê re ragihand: Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya cîgirê sekreterê giştî ya YNK`ê Kosret Resûl Elî devera Til El-Werd ji çeteyên rêxistina terorê DAIŞ paqij kirin û rizgarkirin.

Lîwa Mihemed Hacî da xuya kirin ku hêzên Pêşmerde derbeyên mezin li çeteyên DAIŞ dan, bi dehan kuştin û birîndar kirin, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku hêzên pêşmerge dever kontirol kirine û li berember her êrişa çav lirê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve di amadebaşiyê de ne.

PUKmedia / Helmet Xaneqînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket