Hêzên pêşmerge zîncîra çiyayê Hemrîn rizgar kirin

kurdistani 05:27 PM - 2014-11-26
Hêzên pêşmerge zîncîra çiyayê Hemrîn rizgar kirin

Hêzên pêşmerge zîncîra çiyayê Hemrîn rizgar kirin

Fermandarê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Qeretepe Lîwa Mirdan Cawşîn îro çarşemê 26 / 11 / 2014`e ragihand ku hêzên pêşmerge li devera Tibic çend gund rizgar kirin û zîncîra çiyayê Hemrînê ji çeteyên DAIŞ paqij kirin û kontirol kirin.

Lîwa Mirdan Çawşîn ji PUKmedia yê re ragihand: Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê îro li devera Tibic gundên Keşkolî ya yekem û duyem, Omer Bendam, Têra, Bayîze, Bihlab, Tomîle, Sarî Tepe, Niziye, Robêda, Lawaw, Cemîl Beg, Omer Mendan, Tirsaye, Uyon Lêl û Ebû Giêd û hejmare ji deverên cuda ku dikevine pişt gola Hemrînê ji çeteyên DAIŞ rizgar kirin.

Her wiha da xuya kirin bi rizgarkirina van gund û devaran herdu navçeyên Celewla û Qeretepe aram dibin û ti mestirsiyên terorê bi ser de nema, Çawşîn wekî din tekez li ser wê yekê kir ku zîncîra çiyayê Hemrînê ji çeteyên DAIŞ hate parqij kirin ûniha di bin kontirola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê de ye.

PUKmedia / Saman Yarweys / Qeretepe

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket