Berpirsek Êranê: Rexneyên tund li polîtîkeyên Esed û Malikî girt

kurdistani 04:11 PM - 2014-11-26
Berpirek Êranê: Rexneyên tund li polîtîkeyên Esed û Malikî girt

Berpirek Êranê: Rexneyên tund li polîtîkeyên Esed û Malikî girt

Rêwijkarê wezareta karê derve ya  Êranê Mihemed  Elî Sibhanî rexneyên tund li Serokwezîrê berê yê Êraqê Nûrî Malikî û serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed girtin.

Bi helwesteke ku ev yekem care ji aliyê berpriseke Êranê ve li hember hevpeymênên xwe eşkere dike, Êran rexneyên tund li Esed û Malikî dike.

Sibhanî di hevpeyvînekê ligel malpêra Name news a Êranê, serokwezîrê berê yê Êraqê Malikî bi wê yekê tewanbar kir ku siyaseteke taîfegirî birêve bir û bi vê yekê rê li ber derketine rêxistineke weku DAIŞ vekir.

Sibhanî polîtîka Malikî ya li berember sune li Êraqê rexne kir û da xuya kirin ku DAIŞ sûd ji polîtîka Malikî wergirt û hêrsa Sune li hember Malikî wergirt, di encamê de deverên berfereh ji welat xiste bin kontirola xwe.

Sibhanî her wiha Serokê rêjîma Sûriyê Esed jî da ber rexneyan û got: Girtin û binçavkirina ciwanên derketin xwepêşandan rê li ber şerê navxweyî di Sûriyê de vekir û îro em dibînin ku Sûriyê ji hev cuda bûye, dewlet bi tenê çend deveran bi rêve dibe, beşê din Kurd birêve dibin û deverên cuda di destê DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Azad a Sûriyê de ne, tiştek bi navê Sûriyê nema..îro Sûriya heyî perçe perçe bûye.

Rêwijkarê wezîrê karê derve ya Êranê her wiha got ku hikûmeta Sûrî  dikarî guh bide daxwazên gel û qeyranê derbas bike û eger ev yek bikare îro emê ne li ber rewşeke siyasî û taîfegirî wer bana.

PUKmedia / CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket