Hunermenda mezin ya Lobnanî Sebah koça dawî kir

kurdistani 10:30 AM - 2014-11-26
Sebahê malavayî li hunera Libnanî kir

Sebahê malavayî li hunera Libnanî kir

Îro roja çarşemê 26-11-2014`an, serê sibê, ajansên Lobanî bi fermî nûçeya koça dawî ya hunermebnda mezin ya Lobnanî Sebah ya 87 salî weşandin.

Her weha navê wê ya rastî Canît Curcis Alxefalî ye û di sala 1927`an li navçeya Bededon ya ser bi herêma Aliye a li parêzgeha Beyrutê li Lob nanê û ew bi du navan dihate naskirin, Sebah û Şehror.

Ji bo karên xwe yên hunerî, ji Lobnanê derbasî Misrê buye û li wir kar û xebata hunerî berdewam kirî tako buye hunermenda jin ya di asta duyemîn li piştî Om Kulsum ya herî navdar li Rojhilata Navîn û cîhanê tê naskirin.

Hunermenda mezin ya Lobnanî ku bi navê Sebah pir navdar bû, xwediya 83 filîman û 27 şanoyan û 3000 stranan ye û li ser şanoya gelek welatan bi fermî beşdarî festîval û karên hunerî û çandî bûye.

Sebahê 9 caran hevserî jiyan pêkaniye û ji wan hevserên wê ev in: Necîb Şemas, 5 salan bi wê re maye, Mîr Xalid bin Siud çend mehdan, Enwer Minsî , Ehmed Firac, 3 salan, Ruşdî Abaza 5 mehan, Yusif Şeban yek mehê,Yusif Hemud 2 salan, Wesîm Teyara 4 salan û yê dawî hunermendê Lobnanî Fadî Lobnan 17 salan bi wê re hevseretî dewam kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket