Sadawî; Divê em bi hêz li berember tundetujiya li dij jinê rawestin

kurdistani 06:00 PM - 2014-11-25
Newal Sadawî li Silêmaniyê

Newal Sadawî li Silêmaniyê

Îro sêşemê 25 / 11 / 2014`e li bajarê Silêmaniyê bi bona roja cîhanî ya dijberiya tundetujiya li dijî Jinê, rêxistin û komeleyên civaka sivîl û jinê li kolana Salin ahengek birêve birin, aheng bi beşdarbûna wêjevana Mirsê Dr.Newal Sadawî, hejmarek ji çalakvanên Jin û nûnerên sazî û dezgehên sivîl, hikûmet û partiyan birêve çû.

Wêjevana meizn a Misrê Dr. Newal Sadawaî di ahengê de gotarek pêşkêş kir û got: Îro jin bi bona roja tekoşîna li dij tundetujiya li dijî jinê çalakiyan û ahebgan lidar dixîne, bi rastî çi jin be yan peya be di rojên zor de jiyan dikin, em dibînin ku çi bi ser jinê de tê, tê kuştin, dest dirêjî lê tê kirin û bi dare zorê neçarî hervseriyê dikin, her wiha tê kirîn û firotin.

Sadawî wiha berdewam kir; Ez hemû jinên li vir kom bûne silav dikin, dibe ku her yek ji me di çi demekê de be bê kuştin, ji ber ku komên çete û qirêj ên terorê weku DAIŞ ji derve hatine, têne bi çek kirin û bi hêz kirin, divê li her deverê em bi hêzê li berember vê êrişa dijwar a hov ya civakên me û jinê dikin armanc rawestin.

PUKmedia / Xalid Necar / Silêmaniyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket