'Di sedsala 21'an de jî jin rastî tundiyê tê'

kurdistani 12:07 PM - 2014-11-25
 'Di sedsala 21'an de jî jin rastî tundiyê tê'

'Di sedsala 21'an de jî jin rastî tundiyê tê'

Hevserokatiya Herêma Cizîrê hemû jinên tekoşer ên Rojava û tevahiya cîhanê û bi taybet 'Qehremanên berxwedêr' ên Yekîneyên Parastina Jin ku li Kobanê li hemberî hêzên tarî yên DAIŞ'ê şerê parastina nasnameya xwe dikin, slav kir. Hevserokatiyê ji bo bidestxistina mafên xwe banga bilindkirina asta tekoşîn û berxwedanê li tevahiya jinên cîhanê kir.

Bi boneya 25'ê Mijdarê roja tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê Hevserokatiya Herêma Cizîrê daxuyaniyek nivîskî ji bo raya giştî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Roja tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê ku rastî 25'ê Mijdarê, encama tekoşîna jinê ya ji bo bidestxistina azadiya xwe û rizgarkirina ji koledariyê ye."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li civakên ku têde hişmendiya baviksalariyê desthilatdar e û bi taybet li Rojhilata Navîn jin rastî hemû cureyên tundiya cinsî û psîkolojî tên, her wiha hin cureyên tundiyê yên wekî zewaza bi darê zorê, kuştina li bin navê namûsê, destdirêjî, cudakirina di navbera jin û mêr û hwd bibîr xist.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser qanûnên sîstemên desthilatdar ên derheqê jinê de û hat gotin ku ji ber destekdayîna qanûnî  ev kiryar bi awayekên berfirehtir û mezintir derheqê jinê de tên kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: "Em di sedsala 21'an ku têde şoreşa teknolocîk û zanistî di asta herî bilind de ye dijîn. Di vê sedsalê de jin rastî êrîşên herî dijwar ên komîn tarî  û radîkal ku bi navê DAIŞ û hevalbendên wê şer dikin, tê. Ev hêzên tarî destdirêjiyê li hemû nirxên mirovahiyê dikin û li dijî jinê jinê hemû cureyên tundiyê wekî destdirêjî, serjêkirin, recimandin û firotina li bazaran, dikin.

Hevserokatiya Herêma Cizîrê hemû kiryarên kirêt ên li dijî jinê têne kirin, şermezar kir û da zanîn ku ji bo civakeke tundî û cudahî têde tune be, wê hemû hewldanên xwe bikin. Her wiha destnîşan kir azadiya jinê yek ji bingehên sereke yên sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û da zanîn ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve pêk tê.

Hevserokatiya Herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de hemû jinên tekoşer û rêxistinên jinan li Rojava û tevahiya cîhanê ku ji bo azadî, wekhevî û dadweriyê têdikoşin, her wiha şervanên Yekîneyên Parastina Jin ku ew wekî 'Qehremanên berxwedêr' bi navê kirin, slav kirin.

Hevserokatiya Herêma Cizîrê bang li hemû jinên cîhanê kir ku asta tekoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û ji bo bidestxistina azadiya jinê banga karê bê navbera kir.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket