Koşka Sipî: Emerîka û Tirkiyê hîna lihev nekirine

kurdistani 02:11 PM - 2014-11-24
Emerîka û Tirkiyê hîna lihev nekirine

Emerîka û Tirkiyê hîna lihev nekirine

Berpirsekî koşka sipî ya Emerîka ragihand ku jibo şerê li dijî DAIŞ Emerîka daxwaz ji Tirkiyê dike ku navenda serbazî Incirlîk jib o hêzên hevpeyman veke. Her weha da zanîn ku hîna Erdogan û Biden çi rêkeftin îmza nekirine.

Ew berpirsê Koşka Sipî derbarê hevdîtinên cîgirê serokê Emerîka Joe Biden ku niha jibo hevdîtinên bi rayedarên wî welatî li Tirkiyê ye got: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û cîgirê serokê Emerîka Joe Biden çi rêkeftin îmza nekirine lê belê ji niha û pêve jibo me aşkira bûye ku emê çi bikin.

Li ser pirsa navenda serbazî ya Incirlilkê jî, wî berpirsê Koşka Sipî got: Jib o çawayiya rûbirûbûna DAIŞ li sûriyê û Êraqê hîna danûstandin di navbera berpirsên bilind ên Emerîka û Tirkiyê de berdewame û daxwaziya Emerîka bo vekirina deriyê navendên serbazî ên Tirkiyê bo hêzên hevpeymanan heya ku şer hebê dê berdewam be.

Wî berpirsê koşka Sipî aşkira kir ku, berpirsên Tirk berya ku deriyên navendên serbazî vekin dixwazin di derbarê li gel Emerîka lihev bikin, eger herdu alî lihev bikin wê demê hêzên hevpeyman dikarin navendên serbazî ên Tirkiyê bikar bînin.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket