Vîdyoyek dokumanterî .. Kobanê û hêviyên Kurd

kurdistani 01:22 PM - 2014-11-24
Vîdyoyek dokumanterî .. Kobanê û hêviyên Kurd

Vîdyoyek dokumanterî .. Kobanê û hêviyên Kurd

Bajarê Kobanê eve çend heftîne bûye manşetên çapemeniya cîhanî, li wî bajarî berxwedana şervanên Kurd bo berevaniya li najêr bi qehremanî didome, ji ber ku berevaniya li Kobanê di heman demê de parastina hersê kantonên rojavayê Kurdistanê ye û Kurd nav li bakûrê Sûriyê dikin (Rojava) ku bi wateya Kurdistana Rojava.

Di ew hersê kantonan de sê meclîsên gel hatine ava kirin û hemû pêkhate û olên li wê herêmê têde beşdarî dikin û di her rêveberiyekê de Kurd û Ereb û Mesîhiyên aşûrî û ermenî jî hene. Her weha di nava her rêveberiyekê de jî cihê jinan jî hatiye parastinê. Projeyekî demokratîke di nava şerê germ yê li Sûriyê de.

Di herêmên kantonan de mafê jinê bi wekhevî di ware leşkerî de hatiye parastinê û 1/3 hejmara şervanên jin hene û ev şervanên jin tirsekî mezin xistine nava DAIŞ`ê ku di baweriya wan de her endamekî DAIŞ li ser destê jineke YPJ bê kuştinê di şer de deriyê cinetê ji wî re tê daxistinê.

PUKmedia/DW

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket