Silêmanî: Rêxistina Hevkariya Zarokên Penaber hate ragihandin

kurdistani 01:01 PM - 2014-11-24
Silêmanî: Rêxistina taybet bi zarokên penaber hate ragihandin

Silêmanî: Rêxistina taybet bi zarokên penaber hate ragihandin

Îro 24/11/2014 pêş nîvro di kongireyekî rojnamevanî de li bajarê Silêmaniyê damezrandina rêxistina harîkariya zarokên penaber hate ragihandin.

Di wê bare de seroka rêxistina harîkariya bi zarokên penaber, Dilşad Yusif ji PUKmedia`yê re ragihand: Armanc ji damezrandina rêxistina harîkariya zarokên penaber jibo zarokên penaber bi awayekî giştî û zarokên penaber ên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ye.


Yusif got: Hevkariya zarokên penaber ji pêdiviyên madî û darayî û rewşenbîrî û tendirustî û derfetên xwendinê pêk tê û bo vê mebestê jî ji aliyê çendîn rêxistinên navdewletî ve alîkarî hatiye pêşkêş kirinê.

Hêjayî gotinê ye ku jiber ne aramiya rewşa navçeyên naverast û başûrê Êraqê û êrişên terorîstên DAIŞ bo ser sînorên Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê nêzîkî yek milyon penaber berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

PUKmedia/Sefîn Ehmed - Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket