Pêşmerge Celewla û Sediyê rizgar kirin

kurdistani 11:46 AM - 2014-11-24
Pêşmerge Celewla û Sediyê rizgar kirin

Pêşmerge Celewla û Sediyê rizgar kirin

Roja yekşemê 23/11/2014`an di demjimêr 6:00 serê sibehê hêzên pêşmerge ji pênc qolan ve êrişî ser bajaroka Celewla kirine û beşekî zor ji taxa Tejnîd û WEhdê û Cemahîr kontrolkirine û terorîstên DAIŞ jî direvin.

Berdevkê hêzên pêşmerge li Germiyanê û Germesîrê emîd Ehmed Letîf ji PUKmedia`yê re ragihand: Me îro ji pênc qolan ve operasyonek berfereh destpê kiriye bo kontrolkirina bajaroka Celewla.

Diyar kir jî ku: Hêzên pêşmerge beşekî zor ya taxa Tejnîdê hatiye control kirin û şerê kolan bi kolan berdewame û kuştiyên terorîstan jî gelekî zorin.

Got jî: Li herdu taxên Wehdê û Cemahîr jî hêzên pêşmerge ketine nava kolanan û di zûtirîn dem de emê mizgîniya kontrolkirina herdu taxan jî bidin.

`Ala Kurdistanê li Celewla hate hildan`

Piştî ku îro danê sibehê 23/11/2014 hêzên pêşmerge ji pênc qolan ve êriş kirin ser bajaroka Celewla û beşekî zor li taxa Tejnîd û Wehdê û Cemahîr kontrol kirine û niha li wê bajarokê û li çend cihekî ku pêştir ala DAIŞ hatibû hildan hatine daxistin û li cihê wan alên Kurdistanê ji aliyê pêşmergan ve hatine hildan.

Berdevkê hêzên pêşmerge li Germiyanê û Germesîrê emîd Ehmed Letîf ji PUKmedia`yê re ragihand: Me îro ji pênc qolan ve operasyonek berfereh destpê kiriye bo kontrolkirina bajaroka Celewla. Niha jî Hêzên pêşmerge beşekî zor ya taxa Tejnîdê hatiye control kirin û şerê kolan bi kolan berdewame.

Ehmed Letîf got: Niha li wê bajarokê û li çend cihekî ku pêştir ala DAIŞ hatibû hildan hatine daxistin û li cihê wan alên Kurdistanê ji aliyê pêşmergan ve hatine hildan.

Got jî: Çend segvanên DAIŞ li çend cihan mane û hêzên pêşmerge li dûv weane û ew jî di hewla revê de ne.
Mehmud Sengawî: Serkeftina mezin di rê de ye

Berpirsê mihwerê Germesîrê Mehmud Sengawî ji PUKmedia`yê re ragihand: Heya niha taxa Tejnîdê bi temamî ji terorîstên DAIŞ hatine paqij kirinê û hêzên pêşmerge bi moralekî bilind bi pêşve diçin.

Sengawî got: Şer û pevçûn berdewame û terorîstên DAIŞ moralê wan bi temamî hilweşiyaye û şiyana wan a bergîrîiyê nemaye.
Jêderekê jî ji hêzên pêşmerge ên Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Terorîstên DAIŞ li taxa Tejnîdê reviyane û berve navçeya Topic ku dikeve navbera Qeretepe û Celewla de çûne, her weha li wir jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine dorpêç kirinê.
           
Birca Celewla ji aliyê pêşmerge ve hate kontrol kirin

Niha hêzên pêşmerge ên Kurdistanê û artêşa Êraqê bi piyade çûne nava serbazgeha Kobra û bi temamî hatiye dorpêç kirin , her weha birca Celewla ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye kontrol kirin.

Jêderekê li Celewla ji PUKmedia`yê re ragihand: hêzên pêşmerge ên Kurdistanê û artêşa Êraqê bi piyade çûne nava serbazgeha Kobra û bi temamî dorpêç kirine.

Got jî: Ew serbazgehe dikeve navbera herdu bajaroka Celewla û Sediyê.

Wê jêderê ew yek jî diyar jî kir ku: Artêşa Êraqê ji aliyê çiyayên Hemrînê ve bi pêşve diçin û karine bikevin nava Sediyê.
Jêderê ragihand: Beşekî zor li taxên Celewla hatiye kontrol kirin.           

DAIŞ li Sadiyê şikest

Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Êraqê ji bo navçeya Sadiyê bi giştî kontirol bikin û çeteyên DAIŞ paqij bikin pêşve diçin, 2 taxên navçeyê rizgar kirin û şer û pevçûnên  dijwar li navçeyê berdewamine.

Birêvebirê navçeya Sadiyê Ehmed Zergoşî bi daxuyaniyekê ji PUKmedia yê re ragihand û artêşa Êraqê û bi hemahengiya ligel hêzên pêşmerge  ji aliyê rojhilat ji sê qolan ve êriş birin ser bi navçeya Sadiyê û 2 tax rizgarkirin û xistin bin kontirola xwe û ji bo navçe bi giştî bête kontirol kirin û çeteyên DAIŞ bê parqijkirin şer û pevçûnên dijwar berdewanime.

Zergoşî her wiha da xuya kirin ku terorîstên DAIŞ rastî şikestineke mezin hatin gelek terorîst hatine kuştin û birîndar ketine.
           
Celewle û Sediye bi tevayî paqij bûn

Îro roja yekşemû, 23-11-2014`an li parêzgeha Diyalayê, herdu navçeyên Kurdî Celewle û Sediye ji çekdarên terorîst yên ser bi DAIŞê, ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi tevayî hatin paqij kirin.

Her weha piştî destpêkirina operasyona berfereh ya azadkirina herdu navçeyên Kurdî ku ji Herêma Kurdistanê hatibûn qutkirin ji çeteyên rêxistina terorîst ya DAIŞê hatin rizgar kirin.

Di wê barê de, jêdereke pêşmerge ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro roja yekşemê 23-11-2014`an piştî ku hêzên pêşmerge dest bi operasyona pqijkirinê li dijî terorîstên DAIŞê kirin, herdu navçe Celewla û Sediye bi tevayî hatin paksazkirin.

Wê jêderê aşkire kir ku di dema azadkirinê de, tîmêln bombehilkirin û mîn rakirinê b i awayekî çalak kar û xebatên xwe birêve birin û di derbarê kuştî û wundayîn terorîstan de jî, got: Di encama paqijkirina Celewla û Sediye`yê de, bêhtir ji 15 terorîst hatin kuştinê û proseya paksaziyê berdewam e.
           
Koseret Resul mizgîniya rizgarkirina Celewla û Sediye da

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Koseret Resul Elî mizgîniya rizgarkirina Celewla û Sediye da gelê Kurd.

Îro roja yekşemê, 23-11-2014`an, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resul Elî, mizgîniya azadkirina herdu navçeyên Kurdî yên ser bi parêzgeha Diyalayê Celewla û Sediye, da bi serok Mam Celal û Serokê Herêmê û malbatên şehîdan û tevayhiya gelê Kurd ku êdî ew herdu navçe ji jêr destê terorîstên DAIŞê bi tevayî hatine paqij kirin.

Her weha cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resul Elî ji PUKmedia`yê re ragihand û got: Ez dixwazim mizgîniya serkeftinên pêşmerge û rizgarkirina Sediye û Celewleyê bidim bi serok Mam Celal û serokê Herêmê û malbatên şehîdan û hêza pêşmerge ku di Alana Celewla û Sediyeyê de serkeftinên dîrokî tomar kirine û ew herdu navçe ji hebûna terorîstan paqij kirine.

Her weha Kosret Resul spasiya artêşa federal ya Êraqê jî kir ku bi hemahengiya wan di asta herî bilind e, ew pêngavên mezin hatine avêtin û terorîst ji herdu navçeyan derxistine.

Ji aliyê xwe ve jî, Şêx Cefer fermandarê giştî ya hêza 70 tekes li ser rizgarkirina herdu navçeyên kurdî Celewle û Sediye ji çekdarên terorîst yên ser bi rêxistina DAIŞê.

Dazanîn ku hêza pêşmerge bi hevrêziya tevayî digel hêzên Êraqî, dikarîn herdu navçeyan ji terorîstan rizgar bikin û ziyaneke mezin gihandin bi çekdarên terorîst yên DAIşê.           

Mele Bextiyar: Pêşmerge ji Celewla û Sediye venakişe

Berpirsê desteya kargêrî ya mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku hêza pêşmerge li celewla û Sediyê bi cî dibe û pave venakişe.

Îro hêza pêşmerge ên Kurdistanê bajaroka Celewla bi temamî ji destê çewkdarên DAIŞ rizgar kir û bi hevkariya artêşa Êraqê û Artêşa Bedir bajaroka Sediyê jî kontrol kirin.

Şer ji duh şev li herdu bajarokan destpê kir û destpêkê bi bombardumana navendên DAIŞ li herdu bajarokan destpê kir û piştre jî hêzên piyade êriş birin bo nava herdu bajarokan.

Li gor zanyariyan 14 pêşmerge di wî şerî de şehîd bûne ku piraniya wan jiber teqîna bombeyên çandî bûne qurbanî.

Libarê wê yekê ku artêşa Êraqê herdu bajarok kontrol kiriye û hêza pêşmerge ji wan herdu bajarokan vedikşe , fermandarê hêza pêşmerge li wê mihwerê Mele Bextiyar ji ajansa Anadolê re got: Bi tu awayî carekî din bajaroka Celewla ji pêşmergan nayê vala kirin û radestî artêşa Êraqê nakin.

Got jî: Bi fermî jî daxwaziyek weha ji me nehatiye kirin û eger tiştekî weha bê xwestin emê red bikin.

Mele Bextiyar ew jî diyar kir ku: Piştî pakkirina herdu bajarokan Celewla û Sediyê ew bajarok radestî birêvebirên bajarokan tê kirin û ji aliyê pêşmergan vê tê parastinê.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket