Demirtaş: Îmralî û dewletê lihev kirine

kurdistani 10:56 AM - 2014-11-24
Demirtaş: Li Îmraliyê rêkeftin çê bûye

Demirtaş: Li Îmraliyê rêkeftin çê bûye

Hevserokê giştiyê Partiya Demokrasiya Gelan HDP, Selahedîn Demirtaş da xuyakirin ku li Îmraliyê di navbera heyeta dewletê û Ocalan de lihevkirin çê bûye lê hin rayedarên hikûmetê jî vê yekê red dikin û dive hikûmeta AKP dev ji dudiliyê berede û muzakere şefaf bêne kirin.

Demirtaş got: "Li me niheqî kirin, gef li me xwarin, lê me dev ji pêvajoyê berneda. Lewra pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye. Herwiha aştî karê îro û sibê nîne. Bi sed hezaran sal derbas bin jî em dev ji pêvajoyê bernadin. "

Demirtaş derbarê daxuyaniyên cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç ku red kiribû ku çi rêkeftin yan lihevkirin hatibe kirin de got: "Di vê mijarê de li Îmraliyê rêkeftin çêbû, lê berdevkê hikûmetê dibêje lihevkirin tune ye. Em a niha meraq dikin gelo lijneya ku çû Îmraliyê ne ya we bû? Gelo hûn wekî hikûmet piştgiriyê nadin wan axaftinên ku li wir hatin kirin? Lewra muzakere, bi awayekî zelal axaftin e."

Demirtaş wiha dewam kir: "Wisa be emê girtekên (Notên) hevdîtinên navbera heyeta dewletê û Ocalan de aşkira bikin. Li Îmraliyê li ser çi hatiye axaftin em karin aşkira bikin. Heke hûn wekî hikûmet bibêjin axaftinên li wir hatine kirin me eleqeder nakin, em ê bibêjin ku di vê mijarê de xapandinek heye. Li meydanê xapandin tuneye, êdî dev ji van nîqaş û dudiliyan berdin."

Ji aliyê din ve jî cigirserokê koma AKPê Mahîr Unal der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Tirkiye heke vê pirsgirêkê çareser bike, dê cara ewil bibe ku dewletek, welatek pirsgirêkeke xwe ya ku ji 100 salan pê ve dewam dike wê bi awayek xweser çareser bike."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket