Pêşmerge derbeyên mezin li DAIŞ dide

kurdistani 10:53 AM - 2014-11-24
Pêşmerge derbeyên mezin li DAIŞ dide

Pêşmerge derbeyên mezin li DAIŞ dide

Îro 24/11/2014 danê sibehê di 2 êrişên cuda li ser hêzên pêşmerge li navçeya Başîqa a ser bi parêzgeha Musilê, terorîstên DAIŞ derbeyên mirinê dixwin û çendîn termên wan bi cî mane.

Kargêrê malbenda Musilê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xeyas Surçî ji PUKmedia`yê re ragihand: Di demjimêr 4:30 xulek sibeha îro, terorîstên DAIŞ li çiyayê Başîqa ji du qolan êrişî hêzên pêşmerge dikin lê ji ji aliyê pêşmergan ve bi tundî bersiva wan tê dayîn û êrişa wan tê şikandinê û heya demjimêrek berya niha jî şer û pevçûn berdewam bûn.

Got jî: Di wî şerî de 3 hamerên terorîstên DAIŞ ku hejmarek zor ji terorîstan têde bûn hatine ruxandin û termên wan bicî mane.

Xeyas Surçî diyar kir ku tu ziyanên pêşmerge di wî şerî de nebûne.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket