Nermîn Osman: Berxwedana Kobanê ji bo hemû jînên cîhanê mînak e

kurdistani 10:25 AM - 2014-11-24
Nermîn Osman: Berxwedan Kobanê ji bo hemû jînên cîhanê mînak e

Nermîn Osman: Berxwedan Kobanê ji bo hemû jînên cîhanê mînak e

Li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê duh 23/11/2014 bi boneya 25'ê Mijdarê “Roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî Jinan” meş hate lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOHK) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan ji Parka Koşuyolu heya Qada Îstasyonê meşek li dar xistin.

Di meşê de komeleya MEYA-DER, sazîyên Jinan, saziyên sivil ên civakî, parlemantera HDP'ê Nursel Aydogan, Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK'ê Nermîn Osman û gelek jin tevli meşî bûn.

Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK'ê Nermîn Osman axaftinek pêşkêş kir û wiha got: "Bi hezaran jin niha li Rojava, rojhilat têkoşînê dimeşînin. Berxwedan Kobanê tenê ji bo jinên Kurd mînak nîn e ji hemû jînên cîhanê mînak e."

piştre jî nûnera HDP'ê Nursel Aydogan jî diyar kir ku 70 rojin li Kobanê berxwedaneke mezin tê meşandin û wiha got: "Jin dixwazin civaka exlaqî û polîtîk ava bikin û bi salane ji bo vê yekê têkoşînê didin."

PUKmedia/DIHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket