Sabri Ok: Bêçekbuyîn di rojeva me de tune

kurdistani 09:46 AM - 2014-11-24
Sabri Ok: Bêçekbuyîn di rojeva me de tune

Sabri Ok: Bêçekbuyîn di rojeva me de tune

Endamê konseya rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ragihand ku heta ku rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ê Abdulah Ocalan li zîndana Îmraliyê girtiye azad nebe û bi gerlîayan re yekeser nekeve têkiliyê pirsa bêçekbuyînê nayê niqaş kirinê.

Sabri Ok,  da xuyakirin ku ew gotina, "Birêz Ocalan dikare di mijara bêçekbûyînê de bangê bike" ya hefteya bihurî ji aliyê heyeta HDP'ê ve hat bilêvkirin, rast û di cih de nabînin û wiha axivî: "Ne rast e ku ti kes li ser navê me, ku vîna çekê di destê me de ye, biaxive. Haya me ji tiştekî bi vî rengî nîne.”

 Endamê konseya rêveber a KCK'ê got: “Heta ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gaveke cidî neyê avêtin, heta ku Rêber Apo azad bibe û bi gerîla re yekser hevdîtinê neke, tiştên bi vî rengî nayên nîqaşkirin. Gerîla jî ti carî dest ji çekê bernade."

Di berdewamiya axaftina xwe de Ok weha pêde çû: “Eger hêzeke hebe divê xwe ji Kurdistanê vekişîne ew jî polîs û artêşa Tirkiyê ye.”
Sabrî Ok got: “Di demeke ku zext û gefên li ser me qet kêm nebûye de, bêçekbûyîna PKK'ê ti carî nabe."

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket