Dem baş Efrîna min, cihê kil û derd û dermana min...

kurdistani 06:46 PM - 2014-11-23
Dem baş Efrîna min, cihê kil û derd û dermana min...

Dem baş Efrîna min, cihê kil û derd û dermana min...

Dîmenên te, wêneyên te, daristanên te, bax û baxçeyên te, dilê mirovan geş dike.

Er ê Efrîna min ya delal û pir hêja.

Min nizanî nirx û giraniya te, mîna ku ez niha pê dizan im û nasdik im... Lê mixabin, herdem, piştî ku mirov tişekî wunda dike, an jî jê dûrdikeve, tê bîra wî û ew tişt gelek giran biha dibe û êdî bi hesreta wê dinalîne û digijîne...

Ev têgeh bila nemîne, bila têk biçe, bila here û qet venegere...
Bila jixwe û wê de bişe û bê veger...

Ez niha li te têghîştim Efrîna min.

Piştî ku 20 sal di ser dûrketina min ji te re derbas bûn, ez bi meznatiya te hesiyam... Ez bi dewlemendî û rastiya girîngiya te hesiyam...

Ez nûh li bejin û bala te hesiyam, li av û darên te yên zeytûn û henaran hesiyam, xweşiketiya te û xwezayiya te ez bê hal kirm, ji ber ku ez ji te dûrim Efrîna min ya delal û xweşdivî..

Ew pêlên rûbara te ya zalal, di ser giyana min re, di ser bejina min re, di ber çavên min re derin û tên... Lê ez çi bikin Efrîna min ya pir delal...

Ez tenê dikarim ji te re bêj im... Ez bê te jiyan nakim.

Bê te bê hal û malim..

Bê te serxweş û bê hiş im...

Bê te bê hizir û raman im...

Bê te bê nav û bang im...

Bê te bê giyan û jîn im...

Bê te najîm û bê te ti wateya jiyana rasteqîne tune ye ey Efrîna rengîn.

Tu nasname û jiyannameya minî, tu jêder û riya azadî û serfiraziya minî Efrîna min ya berxwedanvan.

Hozan Xelîl Efrînî..

Ji erşîva min .. 23-10-2010

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket