Li Kobanê 6 terorîst hatine kuştin û şer berdewame

kurdistani 02:19 PM - 2014-11-23
Li Kobanê 6 terorîst hatine kuştin û şer berdewame

Li Kobanê 6 terorîst hatine kuştin û şer berdewame

Şerê li herêma Kobanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel û Çekdarên DAIŞ de kete roja xwe ya 69`an û bi dijwarî didome. Terorîstên DAIŞ bi topên hawanê bajêr topbaran dike û balafirên hevpeymanên Emerîka jî çeteyên DAIŞ bombarduman dikin.

Li gor nûçeya Hawarnewsê şervanên YPG li navçeya bazara keskayî (Hal) a li bereya rojhilat otombêleka çeteyan kire armanc û têde 2 çekdarek hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Li bereya başûr jî şeva borî di şerê di navbera şervanên YPG û Çekdarên DAIŞ de 4 çete hatine kuştin.

Ji aliyekî dine ve jî çeteyên DAIŞ şeva borî heya danê sibehê 18 topên hawanê li ser bajarê Kobanê de barandine û ziyanek mezin gihêştiye mulkên welatiyan.

Her weha balafirênn hevpeymanên Emerîkayê jî cihên DAIŞ bombarduman kirine lê tu zanyarî li ser ziyanên wan tune ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket