Li Serêkaniyê 2 êrişên xwekujî

kurdistani 02:00 PM - 2014-11-23
Li Serêkaniyê 2 êrişên xwekujî

Li Serêkaniyê 2 êrişên xwekujî

Li herêma Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê îro 23/11/2014 danê sibe terorîstên DAIŞ bi 2 otombêlên bombekirî êrişî gundê Heras û gundê Midanê kirin. Di encama teqînê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûne. Her weha li Kobanê jî şer berdewame.

Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê, îro di demjimrê 6:00 danê sibehê çekdarên terorîstên DAIŞ otombêlek li gundê Heras a 31 kîlo metir li başûrê Serêkaniyêye teqandin û têde 5 kes ji yek malbatê birîndar bûne.

Her îro jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) otombêleke bombekirî li gundê Midanê ku 35 kîlo metir ji bajarê Serêkaniyê dûre berya ku bighêje gund teqandine bi bê ku tu ziyan çê bibin.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket