Encueman rêvebir a Kobanê banga vekirina korîdora mirovahî kir

kurdistani 12:35 PM - 2014-11-23
Encueman rêvebir a Kobanê banga vekirina korîdora mirovahî kir

Encueman rêvebir a Kobanê banga vekirina korîdora mirovahî kir

Encumena rêvebir a kantona Kobanê û bi mebetsa jiyan vegere Kobanê û jiyana welatiyên sivîl ên li ser tixûbên Kobanê asê mane bête rizgar kirin, banga vekrina korîdora mirovahî kir.

Encumenê ji bo korîdor bête vekirin bi da xuyaniyekê di serî de hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞ û bang li tevbahiya civaka mirovî kir.

Encumenê did a xuyaniya xwe de ev xal diyar kirin:


"Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi serkefitnên xwe di meha xwe ya sêyemîn de didome û li hemberî hêzên xêrnexwaz ên terorîst ku temsîla wan di DAIŞ'ê û hevalbendên xwe de ye, disekine. Tişta ku berxwedana Kobanê bidest xistiye bajar û bajarokên mezin yên xwedî derfetên mezin nikarîbûn bidest bixin. Vê berxwedanê ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku rihê berxwedan û baweriya rast bi rêgez û nirxên mirovahiyê têrê dike ku li hemberî çekên giran bisekine. Her wiha diyar kir ku pêkhateyên Kobanê di nerîna hevkariya demokratîk a ji bo birêvebirina karûbarên siyasî û civakî bi awayekî wekhev, hevgirtî ne. Ji bo parastina van nirxan civak wê liber xwe bide  û bersivê bide hêz, alî û rêxistinên dijber û tu caran ji armanc û dozên xwe danakeve."

"Kobanê bi saya lehengî û qehremaniya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) û şehîdên bê dudilî liber xwe dan, bûye eniya navnetwî ya herî rast li hemberî terorê, her wiha bûye parçeyek ji Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ û hevkarên wê. Vê yekê hin ku Koalîsyona Navnetewî bi serkêşiya Amerîkayê piştgiriya berxwedanê bike û bihêle ku hêzên pêşmerge wekî cara yekemîn ji Başûrê Kurdistanê bi riya sînorên navnetwî yên bi dewleta Tirk a cîran re, derbasî Kobanê bibin. Ev berxwedana hişt ku doza gelê me bigihêje rûpelên navnetewî yên biryarê û Kobanê tevahiya cîhanê xistin nava tevgerê.

Lê hêzên dijberî vîna gelên azad hewl didin ku ji aliyê xwe ve hemû hewldanên piştgiriya Kobanê asteng bikin û ji bo vê jî hemû rê, rêbaz û derfetên xwe bikar tînin, tewanbarî bêbext dikin da ku girîngiya Kobanê kêm bikin û çavên hemû aliyan bibin cihê din.

Wekî Meclîsa Rêveber a herêma Kobanê em serkeftinên qehremanên me yên berxwedêr pîroz dikin û xweragiriya wan ya lehengî û mezin bi nirx dibînin. Di heman demê de tehdîd û xeteriyên komên çete yên li dijî welatiyên sivîl ku ji ber topbaran çeteyan a berdewam li bajarê kobanê û li herêmên sînor bicin bûne û asê mane, hesab dikin. Di destê çeteyên DAIŞ'ê de hê jî çekên giran ku dikarin pê taxên bajar hedef bigrin û wêran bikin, hene. Her wiha ji bo çeteyan bi awayekî berdewam piştgirî ji bajar û bajarokên derdorê tê.

Ji ber vê jî di serî de Koalîsyona Navnetwî em bang li civaka mirovahiyê dikin ku korîdoreke mirovahiyê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de ji bo Kobanê vekin da ku pêdiviyên jiyanê yên wekî xwarin, derman, şîrê zarokan, pêdiviyên germkirinê û hwd derbasî herêmê bibin, her wiha pêwîste çekên giran ên bi bandor û cebilxane ji bo berxwedêrên Kobanê werin pêşkêşkirin da ku çekên DAIŞ'ê yên giran bê bandor bikin û çeteyan ji bajar û herêmê derxînin, ewlehî û armaniyê vegerînin axa herêmê da ku welatiyên sivîl vegerin mal û mulkên xwe."

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket